Qamişlo.. Welatî gazinan ji buhabûna di Remezanê de dikin

Di yekemîn roja meha Remazanê de, xelkê Qamişlo ji bilindbûna nirxên keresteyan ne razî ne.

K24 – Qamişlo

Di yekemîn roja meha Remazanê de, xelkên bajarê Qamişlo nerazîbûna xwe derbarê nirxê keresteyan diyar dikin û dibêjin ku çavdêrî tune ye. Ji aliyê xwe ve firoşger didin zanîn, nirxê Lîreya Sûrî li hember Dolarê Amerîkî sedema vê buhabûnê ye.

Piştî mehekê ji qedexeya çûnûhatinê, tevger, valabûna bajar û bazaran, meha Remezanê hat û bazarên Qamişlo vebûn, lê ji ber buhabûna nirxên kerestiyan, welatî bi gazin in, bi taybet derbarê nirxan mêwe û şînkayî de. Welatiyên ku bi piraniya wan fermanber in û mehane nêzî 70 Dolarên Amerîkî werdikrin dibêjin, ew nikarin pêdiviyên zarokên xwe bikirin, herwiha dibêjin jî ku çavdêrî li bazaran tune ye.

Bazirganên bajêr didin zanîn ku cudahî di navbera Remezana îsal û salên bûrî de heye û belavbûna vîrusa Korona bandora xwe li tevgerê kiriye, lê bûhaya keresteyan sedema herî sereke ye ji herhata kêm ya welatiyan li ser kirîna keresteyên bi taybet di meha Remezanê de.

Bûhabûna nirxê kereste û pêdiviyên rojane bandoreke mezin li ser jiyana welatiyan kiriye, bi taybetî piştî biryara qedexeya çûnûhatinê. Tevî ku Rêveberiya Xweser komîteyeke taybet ji bo çavdêriya bazaran ava kiriye, lê gazinên welatiyan ta roja îro berdewam in.