Rûsya: Peyvdarê Kremlînê Peskov bi Covid -19 ketiye
K24 – Navenda Nûçeyan
Hate ragihandin, ku Peyvdarê Koşka Serokatiya Rûsya – Kremlînê Dmitry Peskov bi Vayrosa Korona ketiye. Pişkinînên Peskov ên Vayrosa Korona pozitiv derketin e.
Ligor Ajansa Interfax a Rûsyayê, Peskov ji Ajansê re aniye ziman: “Erê ez nexweş ketim e û sarêjiyê dibînim”.
Berî niha Serokwezîrê Rûsyayê Mikhail Mishustin, Wezîra Çandê Olga Lyubimova û çendîn Parlementerên Duma (Parlementoya Rûsya) jî bi Covid -19 ketibûn
C.B