Cotyar gazindan ji destnîşankirına nirxê genım û ceh dikin

Piştî ragihandina nirxê genim ȗ ceh ji aliyê Desteya Çandiniyê ya bi ser Rêveberiya Xweser ve, cotyarên deverê nerazîbȗna xwe diyar dikin ȗ dibêjin, ku mesrefa çandiniyê giran e ȗ nirxê berheman pir kêm e.

K24- Qamişlo- Rojava

Piştî ragihandina nirxê genim ȗ ceh ji aliyê Desteya Çandiniyê ya bi ser Rêveberiya Xweser ve, cotyarên deverê nerazîbȗna xwe diyar dikin ȗ dibêjin, ku mesrefa çandiniyê giran e ȗ nirxê berheman pir kêm e.

Desteya çandiniyê ji aliyê xwe dibêje, hîn jî eger heye, ku nirxê genim zêde bikin.

Nirxê berhemên çandiniyê li Rojavayê Kurdistanê buye cihê nerazîbȗna cotkaran , ku ji destpêka ragihandina nirxê genim ȗ ceh ew daxwaza zêdekirina nirxan dikin .

Desteya çandiniyê di Rêveberiya Xweser de nirxê yek kîlo genim bi 225 lêreyên sȗrî nîşandaye ȗ 150 lêreyên surî jibo yek kîlo ceh .

Hin cotkarên Qamişlo dibêjin ku mesrefa çandiniyê zêdebuye ȗ nirxê ku hatiye

nîşandan beramberî mesrefê pir kême, herwiha didin zanîn ku wan berhemên sala burî nefirot bi hêviya ku îsal bi nirxekî baştir were firotin, lê îsal jî heman pirsgirêk dubare dibe.

Tevî ku nirxê genim 75 lêreyên sȗrî ji sala bȗrî zêdetire , lê beramberî vê yekê buhaye lêreya sȗrî di asteke pir lawaz deye ȗ ev yek bandoreke mezin li sudeya cotkaran ji firotina berheman dike .

Hevserokê desteya çandiniyê dide zanîn ku hîn jî danustandin jibo zêdekirina nirxê genim berdewamin, lê ta nuha tu guhertin çênebuye.

Îsal nêzî 47 hezar hêktar genim ȗ zêdeyî 50 hezar hêktar ceh li herêma Cizîra Rojavayê Kurdistanê hatiye çandinî , li gorî desteya çandinyê pêşbîne ew 900 hezar ton genim ji cotkaran werbigrin .

Jibilî kêmbȗna nirxê berheman, cotkarên deverê gazinan ji şewata zeviyan dikin , ku li ser dirêjahiya heftiya burî zeviyên bajarên Hesekê, Kobanî ȗ ên isa rastî şewatê hatin .