PAK: Lihevkirina ENKS û PYNKyê Pîroz Be

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi egera Rêkeftina ENKS û PYNK li rojavayê Kurdistanê peyamek pîrozbahiyê ragihand raya giştî. Kopyeyek jê gihand K24

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi egera Rêkeftina ENKS û PYNK li rojavayê Kurdistanê peyamek pîrozbahiyê ragihand raya giştî. Kopyeyek jê gihand K24.

Ev naveroka daxûyaniyê ye:

ENKS(Encumena Nîştimanî ya Kurdî li Sûrîyê)  û PYNK(Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî) bi daxuyanîyekê ragehandin ku li ser esasê Peymana Dihokê lihevkirine.

Dewleta  Emerîkayê jî çavdêrî û navbencîtîya herdu alîyan kirîye.

Di daxuyanîya hevbeş a ENKS û PYNK yê de weha tê gotin:

‘’Di 16’ê Hezîranê de şandeyên Meclisa Nîştimanî ya Kurdî li Sûriyê û Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî pêvajoya destpêkê ji diyaloga kurdî bi dawî kir û bi hev re gihîştin nêrîneke siyasî ya hevbeş û lihevkirinên pêşîn ku bendên (rêvebirin, hevbeşî, ewlehî û parastin) ên Peymana Dihokê ya 2014’an bikin bingeha berdewamkirina dan û standin û diyalogên di navbera her du şandeyan de, wê peymaneke giştî di pêşeroja nêz de îmze bikin".

PAKê  ji damezrandina xwe ya sala 2014an ve heta îro, eve çend  sale her bangî ENKS û TEVDEMê dikir da ku li ser esasê Peymanên Hewlêr û Dihokê, rêvebirîyeke hevbeş ya eskerî, sîyasî, aborî, îdarî ava bikin.

Em dilxweşin ku nuha PYNK û ENKSyê li ser esasê Peymana Dihokê lihevkirine.Ev lihevkirin jibo pêşeroja gelê me hêvî û bawerîya me geştir dike.

Em hêvî dikin ku ev lihevkirin di warê eskerî, sîyasî, aborî, îdarî, dîplomatîk, ewlekarî û hemû beşan de rêvebirîyeke hevbeş bi xwe re bîne û Kurd wek alîyekî tevbigerin. Weke tê zanîn di demên pêştirde Mitabaqatên Hewlêr û Dihokê hatibûn îmze kirin lê mixabin ev mitabaqatan nehatibûn bicîh kirin.Jiber vê rastîyê jî, bang û daxwaza me ji PYNK û ENKSyê ewe ku li vê lihevkirina destpêkî xwedî derkevin û bi hişmendî û yekgirtineke netewî di hemû teferûatên din jî lihev bikin û vê mitabaqatê bicîh bînin.

Em hêvî dikin ku Emerîka û dewletên mezin piştgirîya vê mitabaqatê bikin, wê biparêzin û nehêlin ku tu alî vê peymanê têk bidin.

Ev lihevkirina PYNK û ENKSyê   di her ast û platformê de dê destê Kurdan  xurtir bike.

Bi bicîhanîna esasên Peymana Dihokê ve Kurd dê di peywendîyên xwe yên li gel Emerîkayê, Rusyayê, Sûrîyeyê, Tirkîyeyê û Îranê û hemû dewletên Ewrupayê de dê bihêztir bin.

Em wek PAK jiber vê lihevkirinê ENKS û PYNKyê pîroz dikin.

Em hêvî dikin ku dê hemû partîyên din yên Kurdan jî  li ser prensîbên netewî di nav vê tifaqê de dê cîhê xwe bigirin û dê vê peymana netewî  berfirehtir û bihêztir bikin.17.06.2020

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê