Taqîgeha Korona li Hewlêrê rojane 24 demjimêran kar dike

Rêvebirê Taqîgehê jî dibêje: Moralên karmendên me bilind e, heger ne wiha be, nikarin karê xwe bi temamî bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Taqîgeha Korona li Hewlêrê cihê herî hestiyar e ku ji dem belavbûna vîrusa Koronayê ve, berê xelkê lê ye. Rêvebirê Taqîgehê jî dibêje: Moralên karmendên me bilind e, heger ne wiha be, nikarin karê xwe bi temamî bikin.  

Karmendên Taqîgeha Korona li Hewlêrê bi cilûbergên taybet ku ti cihek ji gewdê wan diyar nabe kar dikin. Ji her kesî zêdetir pêwîstiya wan bi xweparêziya ji wê vîrusê heye, ji ber ku her kesê li parêzgeha Hewlêrê bi Koronayê ketibe, sampilên wan li cem wan e.

Rêvebirê Taqîgehê Muhsin Sizeyî ji K24ê re ragihand, di taqîgehê de rojane test ji nêzîkî 800 sampil re tê kirin. Encamên testên Koronayê ji 24 ta 48 demjimêran derdikevin.

Da zanîn jî, di Taqîgeha Korona li Hewlêrê de, 14 karmend bi şêftên cuda 24 demjimêran kar dikin.

Di wê derbarê de Muhsin Dizeyî dibêje: Moralên karmendên me bilind e, heger ne wiha be, nikarin karê xwe bi temamî bikin.   

S. B