ENKS û PYD: Hilbijartinên Parlemana Sûriyê ti pirsgirêkê çareser nake

Di 19ê Tîrmeha 2020an de hilbijartinên perlemana Sûriyê birêve diçin. Li herêma Cîzîra Rojavayê Kurdistanê hejmarek kes tê de beşdar in.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Di 19ê Tîrmeha 2020an de hilbijartinên perlemana Sûriyê birêve diçin. Li herêma Cîzîra Rojavayê Kurdistanê hejmarek kes tê de beşdar in, lê ENKS û PYDê beşdariyê tê de nakin û ti hêviyê jî tê de nabînin.

Di 19ê vê mehê de hilbijartinên perlemana Sûriyê dê destê pê bikin, ji herêma Cizîrê jî nêzî 207 kesî xwe amade kiriye, da ku beşdariyî di van hilbijartinan bikin, ku 5 ji nav wan Kurd in. Tevî ku perlemana Sûriyê di bin destê hêzên ewlehiyê û Partiya Beis de ye, lê partiyên tevlî hilbijartinan bibin, tekeziyê li ser bicihkirina demokrasiyê dikin û dibêjin ku pêwîst e dengê Kurdan di perlemanê de hebe.

Seroka Partiya Ciwanan ya Avakirin û Guhertinê Perwîn Îbrahîm ko K24ê re got: “Çê nabe em rûnin û em her tiştî bidin Partiya Beis. Ne ez li dijî Partiya Beis im, xwaziya Partiya Beis baş kar bikira û bîr û bawriyên Beis li ser erdê bicih bikirana, lê ew kesin gendel in û endamên Beis li dijî hev disekinin. Lê em rûnanin û em rijd in bikevin parlemanê”.

Ji mêj ve tevgera siyasî ya Kurdî doza demokrasiyê li Sûriyê dike, herwiha daxwaza Sûryayeke nenavendî ku mafê hemû pêkhatiyên netewî tê de hebe û perlemaneke ku nûnertiya tevahiya xelkên Sûriyê bike bê avakirin. ENKS dibêje ku ev hilbijartin tenê dirêjkirin e ji temenê rêjîmê re û berdewamiye ji kiryarên wê re.

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Feysel Yûsif ji K24ê re got: “Armanca şoreşa Sûriyê ya aştiyane di destpêkê de ew bû, welatekî democrat ava bibe. Niha daxwaz dikin rêjîmeke demokrat pêk were û destûreke ku mafê her kesî tê de gerentî bike bê danîn û hilbijartinek bi çavdêriya navdewletî bê kirin. Niha Koçberên li derve, biqasî welatiyên li hundir mane ne, encamdana van hilbijartinan, dê krîza Sûriyê kûrtir bike û tiştekî çareser nake, tenê dirêjkirin temenê vê rêjîma heyî ye.”

ENKS û PYD di derbarê van hilbijartinan de hevnerîn in, PYD dibêje ku ev perleman herdem cihê endamên Partiya Beis bû û dê wiha bimîne û gelê Sûriyê cihê xwe tê de nedîtiye, berî despêkirina hilbijartinan pêwîstiya Sûriyê bi sîstemeke demokrat heye, da ku encamên van hilbijartinan rast bin.

Hevseroka Têkliyên Derve yên PYDê Rohat Xelîl ji K24ê re dibêje: “Vê parlemana îro tê avakirin, nûnertiya vî miletî û vî welatî dike yan nake? Mafê tê de tê parastin yan na? Dema rast mafê me tê de bê parastin, wê demê divê parastina mafê me di destûr de bê kirin. Em îro daxwaza yekîtiya gelan dikin û li ser vê daxwazê em rijd in ku bikarin perensîpên demokrasiyê bicih bikin”.

Her 4 salan ev hilbijartin li dardikevin. Li gorî agahiyan Rêvebiriya Xweser nahêle ku hilbijartin di herêmên bin destê wê de çê bibin, wate dê tenê di çarkoşeya ewlehî de bin.