Rona serperiştiya beşa Pirtûkên Zarokan di Pêşangeha Qamişlo de dike

Rona Egîd daxwaz ji malbatên zarokan dike, zarokên xwe fêrî zimanê Kurdî bikin.

K24 – Qamişlo

Rona Egîd zarokeke Kurd a ji Qamişlo ye, di pêşangeha pirtûkan a Qamişlo de serperiştiya beşa pirtûkên zarokan dike. Rona daxwaz ji malbatên zarokan jî dike, zarokên xwe fêrî zimanê Kurdî bikin.

Di nav hezarên pitrûkan de ji xwe re koşeyek girtiye û projeyeke nuh diafirîne. Rona di pêşengeha pirtûkan de serpereştiya beşê pirtûkên zarokan dike û bi xwe bi rê ve dibe. Rona bi vê projeyê dixwaze nameyekê bighîne ku xwendin ne tenê ji kesê temen mezin re ye, lê zarok jî dikarin bixwînin, nemaze pirtûkên fêrkirina zimanê Kurdî. Rona giraniyek daye vê beşê û gelek pirtûkên helbest û çîrokên zarokan dane hev, da ku di warê fêrkirina ziman de bi zarokan re alîkar be û hindek ji van pirtûkan jî bê beramber belav dike.

Rona ji xelkê dixwaze ku zarokên xwe bi xwe re bînin vê pêşangehê, da ku fêrî çanda xwendina pirtûkan  bibin, herwiha dibêje ku piraniya xelkê zarokên xwe li ber televizyonan û tora enternêtê dihêlin û ev yek zirarê dike, nemaze di warê derûnî de, ji ber wê Rona daxwaz dike ku li her malekê pirtûkxaneyeke biçûk hebe.

Rona nemûneyeke zelal e ji zaroka ku karînên wê bê sînor in û dikare fêrî her tişî bibe, lê li hemberî wê jî gelek malbat hene nikarin vê rewşê ji zarokên xwe re peyda bikin, ew jî ji ber rewşa abûrî ya ku dever tê re derbas dibe, ji ber ku nirxê hin pirtûkan giran e û ne her malbat dikare pirtûkan ji zarokên xwe re peyda bike.