Qamişlo.. Welatî metirsiyên Koronayê bi cidî wernagirin

Bi bilindbûna hejmara pêketiyên Koronayê li Rojavayê Kurdistanê re, êdî dever derbasî qonaxa metirsiyê dibe.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Bi bilindbûna hejmara pêketiyên Koronayê li Rojavayê Kurdistanê re, êdî dever derbasî qonaxa metirsiyê dibe, bijîşk dibêjin pêwîst e xelk ji xweparastinê dest pê bikin ta bi pabendbûna bi tedbîrên rûbirûbûna Korona, ji ber ku Heyva Sor a Kurd dibêje ku kesên bi nexweşiyê ketina têkilî bi gelek xelkê re kirine.  

Kêseyên pêketiyên vayrosa Korona li Rojavayê Kurdistanê zêde dibin, Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser 8 halet ragihandin û nexweşî gihişt bajarê Dêrikê, bi bilindbûna hejmara pêketiyan êdî xwestek ser lepik û maskan pir dibe, ji ber wê jî nirxê wan bilind dibe, dermansaz dibêjin, pêwîst e firotina mask û lepikan di desteyê rêvebiriya tenduristiyê de be da ku keysebazî ji alî bazirganan çênebe.

Li kolanên Qamişlo hin xelk dest bi lixwekirina maskan kirine, lê ne asta pêwîst de ye, liv û tevger li bazarê pir çalak e û dûrbûna civakî tune ye, welatî ta niha jî metirsiya belavbûna vayros cidî wernegirtine.