Çima rojavayê cîhanê dermanê Rûsyayê rexne dike?

Wezîrê Tendirustiyê yê Rûsyayê ragihand; temamê wan rexneyên li ser "dermanê koronayê yê Rûsî", ji ber belavnekirina hemû hûrgiliyên lêkolîna berhemanînê û rêkarên dermanê koronayê ye. Dema zanyarî werin belavkirin, rexne dê bi dawî bibin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Tendirustiyê yê Rûsyayê ragihand; temamê wan rexneyên li ser "dermanê koronayê yê Rûsî", ji ber belavnekirina hemû hûrgiliyên lêkolîna berhemanînê û rêkarên dermanê koronayê ye. Dema zanyarî werin belavkirin, rexne dê bi dawî bibin.

Mîxaîl Moraşkov, Wezîrê Tendirustiyê yê Rûsyayê dibêje: “Em ê encamên lêkolînên klînîkî belav bikin, dibe ku em rojên 17-18ê Tebaxê hemû zanyariyan biweşînin.”

Moraşkov eşkere dike; piraniya kesên ku rexne dikin, nizanin ku heman rêkarên dermanê koronayê pê hatiye berhemanîn, berê ji bo çêkirina şeş dermanên din jî hatine pêkanîn.

Rexneyên sereke yên li ser dermanê koronayê

Rexne û gumanên li ser vaksîna koronayê ya bi navê Sputnik V, ji ber belavnekirina zanyariyên pêwîst e, zanyariyên li ser karkirina vîrûsê û gihiştina qonaxa bersivdana sîstema parastinê ya laşê mirov, ev jî heta niha bi awayekî berfireh ji aliyê Rûsyayê ve nehatiye belavkirin.

Almanya çi dibêje?

Berdevkê Wezareta Tendirustiyê ya Almanyayê diyar kir; ti zanyariyeke pêwîst li ser cûre û silametiya dermanê Rûsî li ber dest tine ne.

Ajansa Deutsch Welle ji Berdevkê Wezareta Tendirustiyê ya Almanyayê ragihand; mercê pêşî yê ji bo rêdana bikaranîna vaksîna Rûsyayê li Ewropayê, bidestxistina hemû zanyariyên ceribandinan e, da ku em asta bandora vaksînê û kalîteya tedawiya wê bizanin.

Herwiha amaje bi wê yekê hatiye kirin ku heta niha li ser vê mijarê ti peywendiyek di navbera Berlîn û Moskowê de çênebûye.

Rexneyên bijîşkê Koşka Spî Dr. Anthony Fauci

Dr. Anthony Fauci, şêwirmendê bijîşkî yê Koşka Spî, gumanên xwe li ser dermanê Rûsyayê venaşêre û dibêje: “Ez hêvî dikim, Moskowê silametî û bandora vaksînê îsbat kiribe.”

Fauci ji kovara National Geographic re ragihandiye: “Li Amerîkayê şeş derman gihiştine qonaxa pêşketî ji bo berhemanînê û dê were amadekirin da ku li dijî vîrûsa koronayê were berhemanîn.”

Trump erênî dibîne

Donald Trump, Serokê Amerîkayê, li ser dermanê Rûsî dibêje: “Li ser vaksîna Rûsyayê pir zêde zanyariyên me tine ne, lê ez hêvî dikim dermanê Sputnik V weke yekem derman li cîhanê, bandorê li vîrûsa koronayê bike.”

Trump amaje bi wê yekê jî kir; li Amerîkayê pêşketinên giring hene li ser dermanê koronayê û got: “Di demeke nêz de serkeftina dermanê koronayê dê were ragihandin.”

"Derman li ser ajalan bi awayekî serkeftî hatiye ceribandin"

Mîxaîl Moraşkov, Wezîrê Tendirustiyê yê Rûsyayê diyar dike, eger behsa RNAyê were kirin, ku li derve jî tê berhemanîn (derveyî Rûsyayê), bêguman hatiye belavkirin û zanyarî hene ku bêyî ceribandinên klînîkî hatiye berhemanîn û bi awayekî rasterast li ser mirovan hatiye ceribandin, me ti car tiştekî wisa nekir. Ji bilî wê, her dem çavdêriya wan ajalan tê kirin ku derzî li wan hatiye lêdan û me vîrûs jî xistine nav laşê wan, heta niha ew ajal bi ti awayî nexweş neketine.

Rexne ji ber rikeberiyê ne

Moraşkov destnîşan dike: “Hevkarên me li derve, rikeberî û serkeftina vaksîna Rûsî hîs dikin, bi raya me, ew dixwazin helwesteke wan hebe ku ti bingeheke wê tine.”

Ceribandina piştî tomarkirinê

Aleksander Ginsburg, Rêveberê Navenda Gamaleya ya Lêkolînên Zanistî ragihand; qonaxa sêyem a piştî tomarkirina vaksîna li dijî koronayê, dê piştî 7 – 10 rojên din were destpêkirin.

Herwiha eşkere kir ku derman dê li ser bi hezaran kesan were ceribandin û piştre jî encam werin nirxandin.

 

Î.A