Xwepêşanderên Besrayê agir berdan ofîsa parlementoyê
K24 – Navenda Nûçeyan
Xwepêşanderan li parêzgeha Besrayê agir berdan Ofîsa Parlementoya Iraqê ya li wî bajarî.
Çavkaniyeke ewlehiyê li bajarê Besrayê ji malpera El Iraqiyye re ragihandiye; îşev xwepêşanderan ji qada xwepêşandanên bajarê Besrayê berê xwe dane Ofîsa Parlementoya Iraqê ya li Besrayê.
Hat diyarkirin; piştî ku xwepêşander gihiştin ber Ofîsa Parlementoya Iraqê, agir berdan avahiyê û niha tîmên agirkuj hewl didin agir bitefînin.
Çend roj in li Besrayê xwepêşandanên cemawerî li dijî helmeta revandina çalakvanên sivîl dest pê kirine û xwepêşander daxwaz dikin ku kesên revandî werin berdan.
Î.A