Xelkê Hesekê banga çareserkirina pirsgirêka qutkirina avê dike

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar hîna ava vexwarinê ji ser bajarê Hesekê qut kiriye. Xelkê bajarê Hesekê gazinan dikin û banga çareseriyekê dikin.
kurdistan24.net

K24 – Heseke

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar hîna ava vexwarinê ji ser bajarê Hesekê qut kiriye. Xelkê bajarê Hesekê gazinan dikin û banga çareseriyekê dikin.

Kêşeya avê li bajarê hesekê aloztir dibe, Rêvebiriya Xweser projeya dana avê ji navenda Himê ya li derdora Hesekê dest pê kiriye. Di rêka bîran re av ji taxên bajêr re dê were dayîn, lê ev proje jî pirsgirêkê çareser nake. Welatî gelek gazinan ji ber vê rewşê dikin û dibêjin ku ew neçar in ava vexwarinê bikirin, ji ber ku ava bîran tehl e û ji vexwarinê re nabe.

Li hêleke din, rewa aborî ya xelkê ne alîkar e ta ku rojane bi 5 - 6 Dolaran avê bikirin, ev pere mesrefa malbatekê ye, û piraniya xelkê ser mûçeyên fermanberan dijîn. Ji bilî wê, piştî ku xwesteka xelkê ser avê pir bûye, xwediyên sîtêran jî keysebaziyê dikin û nirxê avê bilind dikin.

Gelek destpêşxeriyên alîkariyê bo dana avê ji xelkên hesekê re dest pê kirine, lê ev çare demkî ne. Ji piştî cejna Qurbanê ve ta niha Tirkiyê ava navenda Elok ya li Serê Kaniyê li ser Tiltemir û Hesekê bi temamî qut kiriye, tevî bangewaziyên navdewletî û zehmetiyên xelkê ji ber nebûna avê, lê hîn jî Tirkiye di birîna avê de berdewam e.