Iraq firokeya SU-57 ji Rûsyayê dikire
K24 – Navenda Nûçeyan
Her çi qas Iraq ji ber daketina nirxê petrolê û vîrûsa koronayê, aboriya wê di rewşeke giran de ye, lê li gor raporteke kovara Forbes a Amerîkayê, niyeta Iraqê heye firokeya şer a cûreya SU-57 ji Rûsyayê bikire.
Li gor kovara Forbes a Amerîkayê ku zanyariyên xwe ji medyaya Rûsî wergirtine, Pişkînerê Serbazî yê Wezareta Berevaniyê ya Iraqê yê bi navê Îmad Zuheyrî ragihandiye ku hikûmeta Iraqê dixwaze firokeya şer a cûreya SU-57 ji Rûsyayê bikire.
Ev di demekê de ye ku Rûsya ji bilî çend nimûneyeke destpêkê, hêj bi mebesta firotina wê bo welatan, firokeyên cûreya SU-57 berhem neanîne.
Î.A