Gumana Rûsyayê li ser vekişîna hêzên Amerîkayê heye

Gumana Wezareta Derve ya Rûsyayê li ser cîbicîkirina plana vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê heye û dibêje: “Eger ev plan were cîbicîkirin, pêngaveke rast e.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Gumana Wezareta Derve ya Rûsyayê li ser cîbicîkirina plana vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê heye û dibêje: “Eger ev plan were cîbicîkirin, pêngaveke rast e.”

Mariya Zaxarova, Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê îro pêncşemê di civîneke çapemeniyê de diyar kir: “Em di wê baweriyê de ne ku rêkara pratîk li ber desthilatdarên Amerîkayê, kêmkirina hejmara serbazên xwe ye li Iraqê û biçûkkirina qewareya amadeyiya hêzên xwe ye li Rojhilata Navîn bi giştî. Eger vê yekê bikin, dê pêngaveke rast ber bi arasteyeke rast biavêjin.”

Zaxarova destnîşan kir: “Bi derbasbûna demê derket holê, belavbûna artêşa Amerîkayê li Iraqê, tu aramî û aştiyek li pey xwe neanî, berevajî wê, rewşa ewlehiya wî welatî heta endazeyeke mezin ku em hest pê dikin, ne aram e.”

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê amaje bi wê yekê kir: “Siyaseta ragihandî ya îdareya Donald Trump û nîşandana daxwaza vekişandina hêzên xwe ji wî welatê biyanî, heta radeyekê bilind, gotinên kelevajî ne û di rastiyê de nayên cîbicîkirin.”

Mariya Zaxarova diyar kir: “Gelek belge hene û mînaka herî baş jî Sûriye ye. Trump çend caran got em vedikişin, lê me berevajî vê dît û ev jî li dijî hemû yasayên navdewletî ne.”

Roja 30ê Tebaxa 2020an, Donald Trump, Serokê Amerîkayê di tweeteke xwe de ragihandibû; ji bo kêmkirina hejmara serbazên xwe li Iraqê, planek amade dike.

Li ser vê mijarê, kanala One America News Network di raporteke xwe de belav kiribû; Washington dixwaze hejmara serbazên xwe yên li Iraqê ji 5 hezar û 200 kesî bo 3 hezar û 500 kesî kêm bike.

 

Î.A