Pirtûkeke girîng li ser Sînemaya Kurdî

Pirtûk dikare bibe neynikek ji bo Sînemaya Kurdî û hewldanên kurdan di vî warî de.

Nivîs: Idrîs Hiso

“Ji bîranîna Yelmaz Goney û Festîval Duhok a Navdewletî bo Fîlman ku îsal nehatiye lidarxistin.”

Mirov dikare bêje ku dema fîlmê RÊ yê Yelmaz Goney (1937-1984) di xula festîvala Kan a Sînema ya sala 1982an de xelata zêrîn bidest xist, tirêna (Şemendefer) rasteqîne ya Sînemaya Kurdî birêket, tevî ku mirov kare bêje ku berî wî fîlmî gelek fîlmên Kurdî çêbûne yan jî li ser Kurdan hatine çêkirin, ji yekemîn fîlm ew jî fîlmê Zara ku derhênerê Ermenî Amo Bêk Nîzariyan ango Bêk Nîzarov ku di sala 1926an de hatiye berhemanîn û behsa jiyana Kurdên çiyayê Araksî berî şoreşa Belşefiyan li Yekîtiya Sofyêt dike.

Piştre jî di sala 1932an hunermendê Ermenî Amo Matîrsyan fîlmekî li ser jiyana Kurdê Êzidî û çand û nerîtiyên wan çêdike, piştre jî hejmarek fîlm li ser Kurdan têne çêkirin lê bigiştî mirov dikare bêje destpêka rasteqîne ji Sînemaya Kurdî re bi Yelmaz Goney re destpê dike û mirov dikare bihna rêya Goney di bêhtirên fîlmên Kurdî de ku di salên piştî notî de hatine berhemanîn bibîne.

Di salên notî de û destpêka 2003an de piştî rûxandina rêjîma Sedam Hisên, geşpêdaneke mezin di Sînemaya Kurdî de tê dîtin, mîna ku Kurd nas bikin êdî heger ew bi çekên leşkerî û li ser hêl û bereyên şer û siyasetê bisernekevin û cîhan guh û çavên xwe ji xebata tivinga wan bigre, ew dê pirsgirêka xwe bi wêne, tevger û mozîkê, wate bi hunera sînemayê bibin nav mala welatiyên welatên cîhanê û pirsgirêka ku bi guleyan çareser nabe û welatên cîhanê dengê wê nakin, dê karibin wê bi hunerê bighîn guh û çavên mirovên cîhanê.

Mirov dikare bêje ku divê yekê de heta radeyekê û tevî ku Kurdan dereng dest bi vê hunerê jî kiriye, lê ew bi serkeftî gihştine mezintirîn festîfalên cîhanê û xelatên berbiçav jî bidest xistine.

Di sala 2014an de Kurd mijûlî şerê DAIŞê bûn, berevanî ji welatê xwe û nirxên mirovî dikirin, û nikarîbûn xwe bighînin xula 36emîn a festîvala Qahîra ya Navdewletî bo Sînema, lê Pirtûka bi sernavê “Sînemaya Kurdî” ya rojnamevan û nivîskarê Kurd ji Rojavayê Kurdistanê Ibrahîm Hac Ebdî li ser erkê festîvalê hate çapkirin û belav kirin, bi vê yekê Sînemaya Kurdî bi rêya vê pirtûkê li festîvalê amade bû.

Ev pirtûk, tiştê min gotine û gelek mijarên din li xwe digre. Herwiha nivîskar di pirtûka xwe de dide diyar kirin ku, ev pirtûk behsa hemû berhemên Sînemaya Kurdî nake, lê dikare bibe neynikek ji bo Sînemaya Kurdî û hewldanên kurdan di vî warî de.

Di pirtûkê de mirov dikare wêneyekî zelal li ser nasnameya Sînemeya Kurdî bigştî bibîne, ku bêhtirê mijarên fîlmên Kurdî girêdayî pirsa Kurdî ye, lewma heta niha jî Sînemaya Kurdî ji pirsên siyasî rizgar nebûye, lê di heman demê de Sînema Kurdî cihê xwe li welatên cîhanê dibîne ji ber ku, girîngiya wê ji dadweriya pirsgirêka Kurd û Kurdistaniyan tê, lewma di demeke kin de fîlmên Kurdî karîbûn gelek deriyên ku li pêşiya Kurdan girtîbûn veke û bighê bêhtirîn welatên cîhanê.

Di pirtûkê de wê mirov gelek fîlm û derhênerên Kurd ji seranserî Kurdistanê û bitaybet ji Herêma Kurdistanê, herwiha wê astengî û rêgiriyên ku têne pêşiya hunermend û derhênerên Kurd nas bike.

Yek ji pirtûkên girîng e di vî biwarî de ku pirtûkxaneya Kurdî hîna jî bi vî coreyên pirtûkan hejar e, lewma ev pirtûk yek ji berhemên hêja ne, dema ku mirov bixwaze dîrok û berhemên Sînemaya Kurdî nasbike.

Xalek dimîne hêjaye mirov amajeyê pê bike, ew jî ev e ku tevî nebûna desthilatdariyeke Kurdistanî, tevî dagîrkeriya ku li Kurdistanê heye, tevî qedexekirina her tiştê bi Kurdan ve girêdayî, qedexekirina ziman, nedanpêdanê bi hebûna Kurdan, Kurdan karîbûn bibin xwedî sînema, lê heger Kurd û Kurdistanî wek miletên cîhanê jiyaneke normal jiyabana, helbet dê xwedan sînemayeke li asta cîhanî bana.