Iraq! Hêzên Hevpeyman rastî êrişa bombeyî hatin!

Derheqê van êrişan de Hîzbûlaha Iraqî tê tawanbarkirin...

K24 - Navenda Nûçeyan: Bombeyeke çandî, bi otomobîleke Hêzên hevpeymanan ve teqîya û kesek birîndar bû. Hîzbûllaha Iraqî tê tawanbarkirin.

Navenda Medyaya Şerî ya Iraqê daxûyaniyek da û têde got; "Li gundekî parêzgeha Selehedîn, bombeyek çandî bi karwana Hêzên Hevpeyman ve teqîya." 

Li gor daxûyaniyê ev karwana leşkerî ya hevkariya lojîstîkî bû.

Ajovanê otomobîlê yê ku birîndar bûye, hemwelatiyê Iraqê ye. Her wiha zerera madî gihiştiye otomobilê.

Ji destpêka sala 2020'ê ve, li Iraqê êrişên ser hêzên Emrîkî û Hêzên Hevpeyman zêde bûne. Derheqê van êrişan de Hîzbûlaha Iraqî tê tawanbarkirin.