Kirîstiyanên Kerkûkê li navçeyên kurdan bi cih dibin

Kiristiyanên Kerkûkê ji ber ku li navçeyên xwe hest bi aramiyê nakin, cihên xwe dihêlin û li taxên kurdan bicih dibin.
kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Kiristiyanên Kerkûkê ji ber ku li navçeyên xwe hest bi aramiyê nakin, cihên xwe dihêlin û li taxên kurdan bicih dibin. Welatiyekî Kirîstiyanî dibêje: Li nava kurdan gelekî hest bi aramiyê dikin.

Zêdetir ji hezar welatiyên Kirîstiyanî li Kerkûkê û bi taybet li taxa Almas bi cih dibin. Lê ji ber li nava Kerkûkê hest bi ewlehî û aramiyê nakin, piraniya wan ji taxên xwe derketine, koçber bûne yan li nava taxên Kurdan bi cih bûne.

Kilîseya “Qelb El Eqdes li nava bajarê Kerkûkê, di wê kilîseyê de navên bi dehan qurbaniyên Kirîstiyanî bi dîwar ve hatine xistin ku di bûyerên teroristî de hatine kuştin.

Serokê Esaqifên Kirîstiyanan li Kerkûk û Silêmaniyê Yûsif Toma Merqes ji K24ê re got: “Koçkirin ta radeyekê rawestiya ye. Gelên pêşwazî li Kirîstiyanan dikirin jî, niha nikarin. Ji ber wê beşeke mezin ji Kirîstiyanan li bajarê xwe dimînin. Niha bawerî bi wan re çê bûye ku li mayîn li cihê xwe ji koçkirinê baştir e.”

Niha beşeke mezin ji Kirîstiyanan li navçeya Sê Kaniyan ya li derveyî bajêr li ser riya Kerkûk – Hewlêrê ye bi cih dibin ku piraniya xelkê wê kurd in. Kirîstiyanî dibêjin, ew li wê navçeyê ligel birayên xwe yên Kurd hest bi ewlehî û aramiyê dikin. Kilîseyek li wir heye û bi azadî jî xaça xwe bilind dikin.