2 kesan li rojavayê Kurdistanê bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li rojavayê Kurdistanê 2 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan û 63 kesên din jî wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatin tomarkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li rojavayê Kurdistanê 2 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan û 63 kesên din jî wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatin tomarkirin.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand; 2 kesan (jinek û mêrek) li bajarê Dêrikê bi Koronayê canê xwe ji dest dan.  

Dr. Ciwan Mistefa da zanîn, 63 haletên nû yên pêketina bi vîrûsa Koronayê hatin tomarkirin.

Haletên hatine tomarkirin: 6 kes li Hesekê, 8 kes li Qamişlo, 12 kes li Dêrikê, 6 kes li Amûdê, 5 kes li Dirbêsiyê, 2 kes li Çilaxa, 1 kes li Rimêlanê, 2 kes li Kobaniyê, 12 kes li Reqayê, 1 kes li Teqba, 8 kes li Dêrazorê ne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 966 kesan, ji wan 48 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Dr. Ciwan Mistefa diyar kir jî, bi başbûna 18 pêketiyên Koronayê, hejmara kesên ji wê vîrûsê baş bûne gihîştiye 309 kesan.