Fraksiyona PDKê kuştina malbata Kurd bi tundî şermezar kir

Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Parlementoya Iraqê, kuştina endamên malbata Kurd a li Bexdayê bi tundî şermezar kir.

Hewlêr (K24) – Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Parlementoya Iraqê, kuştina endamên malbata Kurd a li Bexdayê bi tundî şermezar kir û ji aliyên peywendîdar daxwaz kir ku tawanbar demildest werin eşkerekirin.

Fraksiyona PDKê ya li Parlementoya Iraqê diyar kir ku ew bi tundî vê tawanê şermezar dikin, ku şevê din li Bexdayê bi ser malbateke Kurd de hate encamdan û her sê endamên malbatê bi awayekî ji nirxên mirovahiyê dûr, hatin kuştin.

Herwiha destnîşan kir ku ew daxwaza eşkerekirina tawanbaran û radestkirina wan bo dadgehê dikin.

Ji hêzên ewlehiyê jî daxwaz dikin ku hewldanên xwe zêdetir bikin û bi awayekî cidî bixebitin, da ku asayîşa giştî û silametiya welatiyan ji karên bi vê cûreyê biparêzin, ku mirov û asayîş û niştimanê dikin armanc.