Referanduma serxwebûnê.. Rûmet û şanazî

Ragihandina Ofîsa Mela Mistefa Barzanî vîdeoyek bi navê "Referanduma Serxwebûnê.. Rûmet û Şanazî" ji bo salvegera referanduma serxwebûnê belav kir.

Hewlêr (K24) - Ragihandina Ofîsa Mela Mistefa Barzanî vîdeoyek bi navê "Referanduma Serxwebûnê.. Rûmet û Şanazî" ji bo salvegera referanduma serxwebûnê belav kir.

Di vîdeoyê de behsa têkoşîna xelkê Kurdistanê û xebata Serok Barzanî bo gihiştina serxwebûna gelê Kurdistanê dike.

Îro Kurdistaniyên li Herêma Kurdistanê û welatên cîhanê, salvegera roja 25ê Îlona 2017an bi bîr tînin ku xelkê Kurdistanê beşdarî referanduma serxwebûnê bûn û %93 ji bo serxwebûna Kurdistanê gotin "Belê".