Kurdên parçeyên din behsa referandûmê dikin!

Referandûma 25'î îlonê bandorekî mezin li ser hemû kurdên cîhanê kir!

Hewlêr (K24) - Roja 25ê Îlona 2017ê referandûma serxwebûna Kurdistanê hat kirin. Referandûmê bandorekî mezin li ser hemû kurdên cîhanê kir.

Nûnerê Hizba Demokrat a Kurdistanê - Îran (HDK-İ) Salih Qadirî dibêje, "Piştgiriya partiya me li ser bingeha fesefe û baweriya neteweyî û niştimanî bû. Ew e ku cûda li cografyaya Başûrê Kurdistanê tebîrê li îrada neteweyê kurd li hemû parçeyê Kurdistanê dike. Bi taybetî ew referandûma ku bi rengekî medenî û demokratî gelê kurd ji %93 erê kir. Ev e mijararekî gelek giring bû. Li ser asta navxweyî û navdewletî de."

Li Bakur, Başûr, Rojava, Rojhilat, Rûsya, Ewropa û kurdên hemû cîhanê bi dilsozî û dilgeşiyeke mezin pêşwazî li referandûmê kirin.