Mame Mamoî: Referandûm xewna hemû Kurdan bû

Nûnerê Federasyona Komeleyên Kurdan a Navnetewî ya Sovyeta Berê Mame Mamoî ragihand: “Referandûm xewna şevan bû ji bo me hemûyan.”
kurdistan24.net

 

Hewlêr (K24) - Nûnerê Federasyona Komeleyên Kurdan a Navnetewî ya Sovyeta Berê Mame Mamoî li ser referandûma serxwebûnê ya Kurdistanê ragihand: “Referandûm xewna şevan bû ji bo me hemûyan.”

Mame Mamoî li Hewlêrê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û bi boneya 3yemîn salvegera referandûma serxwebûnê ya Kurdistanê bersiv da pirsên Cemal Batun.

Li ser pirsa "Gelo Kurdên Sovyeta berê çawa pêşwaziya referandûmê kir?" Mame Mamoî got: “Referandûm xewna şevan bû ji bo me hemûyan. Referandûm garantiya tinekirin û pêşgirtina asîmîlasyona gelê Kurd bû. Referandûm ji dinyayê re bi temamî got, belê Kurd hene, Kurd nemirin û hûn nikarin Kurdan tine bikin, rewşa îro ya li Iraqê tê jiyîn, Kurd nikarin êdî ligel wan teamulê bikin. Kurd ancax dikarin cîrantiyeke baş bikin, heya Erebên di nav xwe de jî bi qedr bigrin. Hema mesela Kurdên Sovyetê, hûn dizanin hesreta welat tim di dilê Kurdên Sovyetê de ye.”

Derbarê Federasyona Kurdan a Sovyeta Berê de Mame Mamoî eşkere kir: “Federasyona Komeleyên Kurdan a Navnetewî bi serokatiya Kinyas Mîrzoyev û hemû endam û rêveberên wê ve, bi coşeke mezin, me hazirî ji Qirxizistan, Kazakistan û welatên Sovyeta Berê, bi taybetî jî li Moskowê, li herêma Stavropolê, li Ermenistan, li Gurcistan, li Azerbaycan heya Kurdên weke asîmîle bûbûn, hûn bawer bikin, vê federasyonê rûh da wan Kurdên weke bin bandora panturkîzmê hatibûn asîmîlekirin, zimanê Kurdî jibîr kirine, urf û edetên Kurdî jibîr kirine, ji nişka ve ji xewê rabûn û gotin em Kurd in. Coşeke mezin tesîr kir û heyeteke mezin ji aliyê Sovyeta Berê hat û beşdarî referandumê bû, piştgiriya xwe nîşan dan, hemû aliyên siyasî û partiyên Kurdan re bangewaziya yekîtî û tifaqê kirin, fikrên xwe bo Cenabê Serok Barzanî gotin.”

Mame Mamoî destnîşan kir ku raya giştî ya Sovyeta Berê ji miletê Kurd re dilsoz in, bi taybetî jî gelê Rûs, ji bilî siyaseta dewleta wan, raya giştî bi "Belê"yeke mezin, pişgiriya xwe bo referandûmê nîşan didan û gelê Kurd pîroz dikirin.

Li ser bandora Mela Mistefa Bazraniyê Nemir li civata Kurd a Sovyeta Berê jî eşkere kir: “Bandora wî ew qas mezin e ku di nava Barzaniyan de çiqas Barzanî hebe, di nava me de ewqas navên Barzanî hene. Yanî malbat hene, ji bo xatirê Barzaniyê Nemir, 7-8 Barzanî hene, yanî navên zarokên xwe danîne Barzanî. Ya didoyan; kar û xebatên Barzaniyê Nemir di Sovyeta Berê di gera xwe de kiriye, xeynî serokatiyê, weke têkoşerek, weke xizmetkarek milet rast kiriye. Xuruşov jê dipirse 'Cenabê Serokê Gelê Kurd tu çi ji min dixwazî?' dibêje 'Ez dixwazin tu Radyoya Erîvanê zêde bikî, wextê wê dirêj bikî, Rojnama Riya Teze mehê ne carekê, sê – çar caran bê çapkirin û derfetên xwendina gencên Kurd werin vekirin.”

Serok Barzanî piştî ku hemû rêyên danûstandin û çareseriya siyasî ligel Bexdayê ceriband û desthilatdarên Bexdayê berdewam bûn di qutkirina budce û mûçe û zexta siyasî û dijayetîkirina xelkê Kurdistanê de, karta referandumê bilind kir û ragihand ku êdî dema wê yekê hatiye ku gelê Kurdistanê li ser çarenûsa xwe biryar bide.

Tevî astengî û berbestên hinek kom û destên neyar li navxwe û derve li dijî pêvajoya referandûmê çêkirin, Serok Barzanî hestê serxwebûnxwaziya gelê Kurdistanê ji nav hemû takekesan derxiste ser sindoqa dengdanê û roja 25ê Îlona 2017an, %93yê gelê Kurdistanê bi "Belê bo serxwebûnê" deng dan û beşdarî pêvajoya dîrokî bûn, ku Serok Barzanî ji Şoreşa Îlonê ve ji bo wê, çek dabû ser milê xwe.