Haydar Ekînek bi bizmarê wêneyên cudawaz xêz dike

Bizmarên di avakirina xaniyan de tên bikaranîn bi destê hunermendê Kurd bi mebesteke cuda tên bikaranîn.
kurdistan24.net

 

Stenbol (K24) - Haydar Ekînek ê nîgarkêşê Kurd ê ji Wan ê Bakurê Kurdistanê ye bi bizmarê, wêneyên ji hev ciyawaz xêz dike û li cîhanê yekem kes ew e ku devsa firçeyê bi bizmarê tabloyên hunerî çêdike. Hunermendê Kurd, di zaroktiya xwe de li gund ji ber neçarî û feqirî kelûpelên pêwîst peyde nedikir, bi teniyê tenûrê dest bi xêzkirina wêneyan kiriye û niha bi sedan tabloyên ku bi bizmarê çêkiriye beşdarî 27 pêşangehên li welatên cuda bûye.

Bizmarên ku bêhtir di avakirina xaniyan de tên bikaranîn bi destê hunermendekî Kurd bi mebestekî cuda tên bikaranîn.

Haydar Ekînek ê xelkê Wanê ye dema zaroktiya xwe li gund, ji ber nebûna derfetan bi teniyê tenûrê dest bi xêzkirina wêneyan dike, dûv re bi bizmaran wêneyên ji hev balkêş xêz dike û bi gotina wî li cîhanê yekem kes ew e ku bi bizmaran tabloyên hunerî amade dike.

Nîgarkêş û wênesaz Haydar Ekînek ji K24ê re got: “Ez hêj zarok bûm kêfa min ji resim û wêneyan dihat, min pir hez dikir ez ji wêneyan xêz bikim. Li gundê me dibistan tunebû min jî di zaroktiya xwe de bi herî û teniyê wêneyan xêz dikir. Ji ber ku min bi herî û teniyê resim çêdikir destê min pê diêşiya diqelişiya diya min jî ji ber tunebûna dermanan bi şîr û tol i destê min dixist û ez pê rehet dibûm.”

Wênesazê Kurd li nav neçarî, feqirî û bêderfetiyan ji xwe re rêyeke hunerî afirandiye.

Haydar Ekînek dibêje: “Kaxizê min, tuvalên min tune bûn. Jixwe li gund tu tiştên wisa pêwîst tunebûn, em jî feqîr bûn. Dîwarên me sivaxkirî bi pêxistina tenûrê û duya wê ew dîwar reş dibû. Min jî bizmarê hildida û li ser dîwarê pê resim çêdikir. Resmên heywanan min çêdikir. Dema diya min tenûr pêdixist min digo temam ez ê anha resim çekim û kêfa min pê dihat.”

Di tabloyên hunermendê Kurd de zêdetir jinên eziyet dibînin, tehde û tundî li wan tên kirin cîh digire. Ekînek bi tabloyên xwe balê dikêşîne ser azadiya fikr û ramanan jî.

Nîgarkêş Haydar Ekînek diyar dike: “Zehmetî û zextên jinan dibînin di tabloyên xwe de nîşan didim. Weke din gelek mirov hene ji ber fikr û ramana xwe ketine zindanê. Ji bo girîngiya azadî û azadiya wan kesên ji ber ramana xwe dikevin hepsê di tabloyên xwe de nîşan didim.”

Ekînek ê ku li nav civak û medyaya Tirkiyeyê wek Picasoyê Rojhilatê jî tê binavkirin, heta niha li bajar û welatên cuda gelek pêşangeh vekiriye û rojên bê li gel hunermendê Kurd Hakan Yaşar ê Diyarbekirî li Norweçê li navendeke mezin a hunerî dê pêşangeheke berfireh dê vekin.