Ji Serokwezîrê Kurdistanê bo mamostayên zankoya Silêmanî biryara 700 parçe erd!

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî biryar da ku, 700 parçeyên erdê li mamostayên Zaningeha Silêmanî were belavkirin

Hewlêr (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî biryar da ku, 700 parçeyên erdê li mamostayên Zanîngeha Silêmanî werin belavkirin.

Waliyê bajarê Silêmanî Heval Ebûbekîr biryara Serokwezîr Barzanî weşand. Têde hatiye diyar kirin ku li gor biryara hejmar 2120 dê 700 parçe erd li mamostayan werin belavkirin.

Navê 700 mamostayên zankoyê di biryarnameyê de yek bi yek hatiye nivîsandin.

Walî Heval Ebûbekir spasî li serokwezîr, Cîgirê Serokwezîr, Serokatiya Civata Serokwezîrî, Wezîrê Şaredariyê, Desteya Veberhênanê û Serokê Zankoya Silêmanî, Şaredarê Silêmanî kir.

Her wiha ji ber hevkariyê spasî li mamostayên zankoyê jî kirin.

Heval Abûbekir her wiha got, "Bi navê parêzgeha Silêmaniyê em pîrozbayî li mamostayên hêja yên Zanîngeha Silêmanî dikin."

Wêne: Biryara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ya Fermî.
Wêne: Biryara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ya Fermî.