Ermenistan: Azerbaycanê fermandariya operasyonan radestî Tirkiyê kiriye

Wezareta Berevaniyê ya Ermenistanê ragihand; Azerbaycanê fermandariya operasyonên serbazî yên li herêma Qerebaxê radestî Tirkiyê kiriye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Ermenistanê ragihand; Azerbaycanê fermandariya operasyonên serbazî yên li herêma Qerebaxê radestî Tirkiyê kiriye.

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Ermenistanê Şuşan Stîbanyan ragihand ku firokeyên F-16 û firokeyên bêfirokevan ên Tirkiyê îro di demjimêr 10:00an de çendîn êrîş li dijî armancên Ermenî encam dan û çend deverên Qerebaxê bombebaran kirin.

Şuşan Stîbanyan diyar kir: “Li gor zanyariyên me, ew firoke fermana xwe ji navenda fermandariya devera Erzirom – Qers a rojhilatê Tirkiyê werdigrin.”

Stîbanyan destnîşan dike: “Wisa xuya dike Azerbaycanê desthilata firokevaniyê û fermandariya şerê xwe ji aliyê esmanî ve radestî Tirkiye kiriye.”

Ji roja yekşema borî ve, şer û pevçûn di navbera artêşa Azerbaycan û hêzên Komara Nogorna Qerebaxê ya ser bi Ermenistanê de diqewime.