Cotkarek bi berhemanîna petateyê li Kobaniyê bi ser dikeve

Li herêma Kobaniyê çandinya patate nû ye.
kurdistan24.net

Kobanî (K24) – Li gundê Qeremox yê rojhilatê Kobaniyê, cotkar Reşad Dêmo çend sal in di çandiniya patate de bi ser ketiye. Reşad dibêje, ew rastî gekek astengî û zehmetiyan tê, ji ber wê jî daxwazê ji Rêveberiya Xweser dike, ji bo çandiniya patatê alîkariyan pêşkêşî wî û cotkarên din bike.

Li herêma Kobaniyê bi piranî çanda çandiniya dexl û dan, pempo û hin cureyên din ên keskahiy heye, çandinya patate li deverê jî nû ye. Li gor Reşad Dêmo dibêje, ne pêşbîn bû ku çandiniya patate b vî awayî bi ser bikeve. Lê niha cotkarên din jî dest bi çandiniya wê kirine.