Li Îranê 179 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Îran û rojhilatê Kurdistanê 179 kesên din bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Îran û rojhilatê Kurdistanê 179 kesên din bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dan.

Berdevka Wezareta tenduristiya Îranê Sîma Larî ragihand, di 24 demjimêrên bûr de 3 hezar û 523 kes li Îran bi vîrûsa Korona ketin. Herweha 179 kesan canê xwe ji dest dane.

Bi vê amarê, hejmara kesên li Îran û rojhilatê Kurdistanê canê xwe ji dest dane gihişte 26 hezar û 746 kesan û hejmara tûşbûyan jî 468 hezar derbas kiriye.

Amaje bi wê da, li Îranê heta niha 387 hezar û 675 pêketiyên vîrusa Koronayê jî baş bûne.