Pispor: Divê Tirkiye pêwendiya enerjiyê bi Kurdistanê re xurtir bike

Pispor dibêjin: Tirkiye ji bo ku gaza sirûştî erzantir ji Rûsyayê bikire evqas piştevaniya Azerbaycanê dike.

 

Enqere (K24) – Şerê di nabera Ermenîstan û Azerbaycanê de bi hemû germahiya xwe didome û ev şer li gel dîplomasî û siyasî di warê enerjiyê de jî banorên wê hene. Gorî hin pisporên Tirkiyê yên enerjiyê Tirkiyê ji bo ku gaza sirûştî erzantir ji Rûsyayê bikire evqas piştevaniya Azerbaycanê dike. Hin pispor jî div ê baweriyê dene ku hewce ye demildet Tirkiye bi Kurdistanê re di warê enerjiyê de bazirganiya xwe xurttir bike û çavkaniyên nû bo xwe peyda bike ji ber ku rewş her awayî aloz dibe.

Şerê di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de ku ev hefteyeke zêdetir dest pê kiriye, bi hemû gurahiya xwe didome. Li gel bandora vî şerî ya sîyasî û dîplomatîk di warê enerjiyê de jî pispor diyar dikin ku taybetî ji bû Tirkiye û Rûsyayê dê encamên wê hebin. Li gorî hin pisporên enerjiyê ev şerê Ermenîstan û Azerbaycan Tirkiye vê dijî Rûsyayê weke gefekê bikarbîne ku rêkeftinên nû li ser kirîna gaza sirûştî bike da ku ji Rûsyayê gaza erzan bistîne.

Endamê Lijneya Enerjiya Cîhanê û Komeleya Aboriya Enerjiyê Prof. Dr. Oguz Tûrkyilmaz diyar kir: “Di sala 2019an de Tirkiyê 46 milyar metre kûp gaza sirûştî hawirde kiriye û ji 16 milyar metre kûpê wê yanî ji sedî 34ê vê ji Rûsyayê hawirde kiriye. Rûsya hezar metre kûpa gaza sirûştî bi 250 dolaran difiroşe Tirkiyê û Tirkiye jî her daxwaz dike ku ji 120- 130 dolaran bê firotin. Ji ber vê çendê jî Tirkiye ev aloziya navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de dijî Rûsyayê bikar tîne û jê re dibêje ger tû bihayê gazê erzan nekî ez ê zêdetir berê xwe bidim Azerbaycanê û çavkaniyên din.”

Pisporê Enerjiyê Doç. Dr. Alî Oguz Dîrîoz jî dibêje sê welatên sereke hene ku Tirkiye ji wan gazê hawirde dike û bi ev aloziya navbera Ermenîstan û Azarbaycanê de dê niha bi wan her sê welatan jî hawirdekirina gaza sirûştî di talûkeyê de ye. Hewceye Tirkiye bi Kurdistanê re di warê enerjiyê de rêkeftinên nû bike an jî çavkaniyên cuda peyda bike.

Pisporê Enerjiyê Doç. Dr. Alî Oguz Dîrîoz ji K24ê re got: “Sê welatên sereke hene ku Tirkiye ji wan gaza sirûştî hawirde dike; Azerbaycan, Rûsya û Îran. Tirkiye hewceye di warê enerjiyê de ji bo xwe çavkaniyên alternatif peyda bike. Ji ber ku gaza Rûsyayê gellek biha ye, gaza Îranê ji ber gemaroyên Amerîkayê ber bi rawestînê ye û ger şerê li Azerbaycanê jî demdirêj be dê gaza vê derê jî raweste ji ber ku şer tam li ser xetên gaza sirûştî ye. Pêwîste Enqere bi Herêma Kurdistanê re rêkeftinên enerjiyê ji nêz ve berfireh bike û çavkaniyên nû peyda bike.”

Niha Tirkiye ji sedî 34ê gaza xwe ya sirîştî ji Rûsyayê, ji sedî 21,2ê vê ji Azerbaycanê û ji sedî 17,11ê vê jî ji Îranê dabîn dike. Pispor jî amaje dikin Tirkiye êdî nikare ber bihayê vê ji Rûsyayê zêde gazê bikire, li Azerbaycanê egera zêdebûn û berdewamiya şer heye û Îran jî ber gemaroyên Amerîkayê nikare gaza xwe bifiroşe. Ji ber vê çendê hewceye Tirkiye bi Herêma Kurdistanê re demeke nêz de bazirganiya xwe ya di warê enerjiyê de kurtir bike.

Şerê di nabera Ermenîstan û Azerbaycanê de bi hemû germahiya xwe didome û ev şer li gel dîplomasî û siyasî di warê enerjiyê de jî banorên wê hene. Gorî hin pisporên Tirkiyê yên enerjiyê Tirkiyê ji bo ku gaza sirûştî erzantir ji Rûsyayê bikire evqas piştevaniya azerbaycanê dike. Hin pispor jî div ê baweriyê dene ku hewceye demildet Tirkiye bi Kurdistanê re di warê enerjiyê de bazirganiya xwe xurttir bike û çavkaniyên nû bo xwe peyda bike ji ber ku rewş her awayî aloz dibe.