Iraq derheqê êrişên fûzeyî de zanyariyên nû belav dike!

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Yahya Resûl derheqê êrişên fûzeyî yên li ser Herêma Kesk de...

Hewlêr (K24) - Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Yahya Resûl derheqê êrişên fûzeyî yên li ser Herêma Kesk de, daxûyaniyek da. Ev demeke ev herêma li Bexda tê fûzebarankirin. Li vê devera ewle, avahiyên hukûmet û nûnerên welatan hene.

Resûl dibêje, "Di encama lêkolînan de em gihiştine asteke girîng."

Amaje bi wê yekê dike ku komîteya lêkolînê bi fermana Mistefa Kazimî, ji bo vepirsîneke berfireh dixebite.

Lêbelê derheqê ew kesên van êrişan pêk tînin de hîç agahî nedan.

Ji ber êrişên bi mûşekan Balyozê Emrîka (DYA) Matthew Tueller, ji Bexdayê barkir û li Hewlêr niştecih bû.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî gotibû, "Ji Bexdayê çûyîna nûnerên welatan ji bo Iraqê karesateke mezin e."