Rojava! ENKS û PYNK vegera Pêşmergeyên Roj û leşkeriya neçar gotûbêj dikin

kurdistan24.net

Hewlêr (K24) - Li rojavayê Kurdistanê pêngava 3'yem a diyaloga kurdî-kurdî bi rêve diçe. Muhsin Tahir dibêje, "Diyaloga kurdî du qonaxên giring derbas kirine; Beşa siyasî û lêvegera bilind a kurdî. Gava sêyemîn rêveberî ye! Em niha wê gengeşe dikin. Serok Mesûd Barzanî, Kak Mezlûm Kobanî û Emrîka (DYE) piştgirê vê yekrêziyê ne."

Muhsin Tahir, Serokê Ofîsa Xwecihî ya ENKS û Endamê Mekteba Sitasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê - Suriye (PDK-S) ye.

Di bûltena nûçeyan a Kurdistan24'ê de bersiva pirsên Cemal Batûn da û wiha got: "Diyalog di navbera me (ENKS) û Partiya Yekitiya Niştimanî ya Kurd (PYNK) de bi serpereştiya Emrîka (DYE) û Kak Mezlûm Kobanî bi rêve diçe. Bi gûmana min piştî wê qonaxê meseleyên leşkerî dê bên gengeşekirin. Bikevin di diyalogê de. Aniha em meseleya rêveberiyê gengeşe dikin."

Derheqê mijara leşkerî de jî wiha got, "Em niha mijarên wekî rêveberî, dibistan û xwendin, leşkeriya neçar gengeşe dikin. Hinek zehmetî hene lê min bawere ev mesele dê çareser bibin. Çareseriyeka navendî dê jêre bête dîtin. Vêca heger me ev mijar çareserkirin û peyman îmze kir em ê derbasî xala leşkerî bibin."

Derheqê vegera Pêşmergeyên roj de jî wiha got, "Vegera Pêşmergeyên Roj yek ji qonaxên esasî ye, di vê peymanê de. Leşkerên Roj hêza Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) ye. Xelkê vî welatî (Rojavayê Kurdistanê) ne. Kûr û keçên vî welatî ne. Ji ber qeyrana Sûriyeyê gelek ji wan çûn. Li wê derê (Başûrê Kurdistanê) kom bûn. Li dijî terorê bi dehan şehîd û pakrewan jî dane. Lê li dawiyê jî ew kûrên Kurdistana Sûriyeyê ne. Kurên vê deverê ne. Wê vegerin. Ji bo vegera wan jî bêgûman divê peymanek hebe. Ev jî yek jî beşê sereke di peymanê de ye. Beşê sêyemîn e. Ev bibe wê vegera wan cîgirtî be. Min bawere heger ev peyman serkeftî be, heger ev peyman bê avakirin; Ez dibêjim hinek aramiyên navxweyî û herêmî jî wê çêbibe. 

Dewletên rojane gefan dixwin divê ew jî bizanin, ev miletek Sûrî, kurdên Sûrî ne. Wek Sûrî di vê meselê de mijûl dibin. Hêviya me cînartiyeke xweş  hebe di nav dewletên herêmî de. Em jî dê sînorên xwe bizanin û nas bikin. Em ê îhtîramê ji sînorên wan dewletên ku gefan dixwin re bigrin. Mebesta me ev e: Em ji herkesê re bidin zanîn; Em wek Sûrî wek xelkekî kurd, li Kurdistana Sûrî mafê me ye di pêşeroja Sûrî de em jî cîgirtî bin. Wek miletekî li ser axa xwe. Em kesekî tehdît nakin. Em îhtîramekî mûtebadil (dualî) dixwazin."

Ji ber vê yekê dê ev yekrêzî gelek sûdên wê hebin. Ji aliyê navxweyî de wê bibe pêngavek. Wê bibe emn û emaneek (baweriyek) ji hezkirin û xweşkirina cînartî re jî. Dema ev yekrêzî pêk hat çi krîstîyan, çi ereb, çi aşûr, çi siryan wê ji pêkhateyên deverê re bibe wê pêkvejiyaneka baş pêk bê. Em hemû bi hev re bikaribin jiyana xwe ya siyasî di pêşeroja Sûrî de berdewam bikin."