Kalin: Me ti soz nedayê Jeffrey ku operasyonên nû li Sûriyê nakin

Berdevkê Serokatiya Tirkiye radigihîne, wan ti soz nedane Nûnerê Amerîka yê Taybet bo Karûbarê Sûriyê James Jeffrey ku ti operasyonên leşkerî li Sûriyê nakin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Serokatiya Tirkiye radigihîne, wan ti soz nedane Nûnerê Amerîka yê Taybet bo Karûbarê Sûriyê James Jeffrey ku ti operasyonên leşkerî li Sûriyê nakin.

Berdevkê Serokatiya Tirkiye Ibrahîm Kalin di hevpeyvînekê de ragihand, xalek di her du rêkeftinên Tirkiyê yên bi Rûsya û Amerîka re heye ku ji mafê Tirkiyê ye li dijî her êrîşeke teroristî berevaniyê li xwe bike.  

Kalin dibêje: “Ew xal maf dide Tirkiyê, berevaniyê di ber xwe de bike û destêwerdanê di navçeyê de bike, dema xak, leşker yan karmendên wê yên li ser xaka Sûriyê ne, rastî êrîşan bên.

Tekez kir jî, heger berjewendiyên wan bêne armanckirin, dibe ku Tirkiye operasyonên xwe yên leşkerî li Sûriyê berfireh bike.

Herwiha red kir jî ku wan ti gerentî dabin Nûnerê Amerîka yê Taybet bo Karûbarê Sûriyê James Jeffrey, ta ku ti operasyonên din ên leşkerî li Sûriyê nekin.

Roja 21ê Îlona bûrî, James Jeffrey sardana Rojavayê Kurdistanê kiribû û bi aliyên siyasî û HSDê re civiyabû. Rojnameya “Şerq El Ewset” çapa Londonî jî li ser zarê Berdevka PYDê Sema Begdaş ragihand, James Jeffrey di civîna bi HSDê re dûr dît ku Tirkiye ti operasyonên din li rojhilatê Firatê bike.