Kanada yekem zarok ji kampa Holê vedigerîne

Hikûmeta Kanadayê radigihîne, ewê zarokeke Kanadî ya sêwî ji kampa Holê ya li Hesekê vegerînin welatê xwe.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Kanadayê radigihîne, ewê zarokeke Kanadî ya sêwî ji kampa Holê ya li Hesekê vegerînin welatê xwe.

Emîra zarokeke Kanadî ya 5 salî ye û zêdetir ji salekê ye di kampa Holê de dimîne. Wezîrê Derve yê Kanadayê Francois-Philippe Champagne ragihand, ji dema ew agahdarî rewşa Emîra bûne, wan kar bi cidî kirine ji bo wê vegerînin welatê xwe.

Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau di vê derbarê de ragihand, ji bo zarokekê ku dê û bavê xwe winda kirine, ev dosyayeke awarte ye. Lê ew naxwazin vê yekê bi hemû zarokên din ên Kanadî re bikin.

Pêştir rêxistineke mafên mirovan a ser bi Netewên Yekgirtî be daxwaz ji Kanadayê kiribû, Amîra vegerînin, ji ber ku zarok jî qurbaniyên şer in û nabe bêne sizadan.

Lê Kanadayê bersiv dabû, proseya vegerandina wê zehmet e, ji ber ku ti nûnertiya wan a dîplomasî li Sûriyê tune ye.

Emîra wek yekem zaroka Kanadî ye dê ji kampa Holê bo vegere wî welatî. Rêvebira Rêxistina Human Rights Watch li Kanadayê Ferîda Dêf jî dibêje, vegerandina Amîra karekî baş e, lê divê Kanada 25 zarokên din ên temenê wan di bin 6 saliyê re ne jî vegerîne, ji ber ku di rewşeke ne baş de dimînin.

Zêdetir ji 11 hezar jin û zarokên DAIŞê di kampa Holê de hene, tevî ku Rêveberiya Xweser bi berdewamî bang li welatên biyanî dike, bi berpirsatiya xwe rabin û welatiyên xwe ji kampê werbigirin û çareseriyekê ji rewşa girtiyên DAIŞê re bibînin, lê heta niha ti çareserî nehatiye kirin.