Hilgirên Xelata Nobela fizîkê hatin diyarkirin

Hewlêr (K24) - Komîteya Nobelê ragihand ku zanyarên fizkê Roger Penrose, Reinhard Genzel û Andrea Ghez ji ber keda wan a vedîtina Çalereşan (Kona Reş, Black Hole) hatine xelat kirin.

Li gor daxuyaniya Komîteya Nobelê; nivîya xelatê ji bo Penrose ye lewra "Nîşan daye ku teoriya rêlatîvîteya (îzafeta) giştî bûye sedema çêbûna çalereşan." Nîvê din ê xelatê jî ji Genzen û Ghez re hat diyar kirin lewra "Dan zanîn ku tiştek nexûyayî û zehf giran di galaksiya me de serweriya rêgehên stêrkan dike."

Xelata Fîzîkê ya Nobelê ji sala 1901'an û vir ve her sal tê dayîn. Kesên di warê fîzîkê de ji mirovahiyê re xizmetên giring kirine werdigrin. Heya niha 3 jinan Xelata Nobelê wergirtibûn. Îsal jî astronoma Amerîkî Andrea Ghez xelat stand. Hejmara jinên xelatgir gihişt 4'an.

Jinên Xelata Nobelê ya fîzîkê wergirtine ev in: Di sala 1903'an de, kîmyager û fîzîknasa Polonî Marie Curie wergirt. Curie hemwelatiya Frensayê bû. Sala 1963'ê fîzîknasa Almanî Maria Goeppert-Mayer wergirt ku hemwelatiya Emrîka bû. Di sala 2018'an de fîzîknasa Kanadî Dana Strickland xelat wergirt.

Grafîk: Roger Penrose, Reinhard Genzel û Andrea Ghez; Hilgirên Xelata Nobelê, @NobelPrize
Grafîk: Roger Penrose, Reinhard Genzel û Andrea Ghez; Hilgirên Xelata Nobelê, @NobelPrize