Li Silêmaniyê nexweşxaneya herî mezin a koronayê tê avakirin
Hewlêr (K24) – Wezîrê Tendirustiyê Saman Berzincî ragihand; li ser rasparteya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî biryar hatiye dayîn ku nexweşxaneya herî mezin a koronayê ji aliyê Almanyayê ve li Silêmaniyê were çêkirin.
Saman Berzincî diyar kir ku vîrûsa koronayê ti cih û sînor û ciyawaziyek nizane û niha piraniya civakê weke pêketî an gumanlêkirî tê dîtin.
Berzincî eşkere kir: “Daxuyaniyên xelet û şaşkirina welatiyan û dijayetîkirina rêkar û rênimayan û redkirina hebûna koronayê sedema sereke ya zêdebûna rêjeya mirinên ji ber vê vîrûsê ye.”
Wezîrê Tendirustiyê destnîşan kir: “Derengxistina çûna nexweşxaneyê heta radeya xirabûna rewşa tendirustiyê ya nexweşên koronayê, îhtîmala mirina nexweşan zêde dike.”
Saman Berzincî eşkere kir: “Hemû derman û pêwîstiyên tibî ku Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê bo Herêma Kurdistanê dabîn dike, rasterast ji aliyê dezgeha Kîmadya ya Iraqê ve li gor pîvanan bo parêzgehan têne dabeşkirin û rasterast bo depoyên pêwîstiyên parêzgehan têne şandin.”