Deriyên dibistanan li ber xwendekarên polên yek û du vedibin

Îro proseya perwerdehiyê li Herêma Kurdistanê dest pê dike û deriyên dibistanan li ber xwenderkarên polên 1 û 2 yên seretayî têne vekirin.

Hewlêr (K24) – Îro proseya perwerdehiyê li Herêma Kurdistanê dest pê dike û deriyên dibistanan li ber xwenderkarên polên 1 û 2 yên seretayî têne vekirin.

Li gor ragihandina Wezareta Perwerdehiyê, îro proseya perwerdehiyê li Herêma Kurdistanê dest pê dike, ku perwerdeya elektronîk li dibistanên hikûmî û li çend dibistanên nehikûmî jî, îsal online dibe.

Wezareta Perwerdehiyê eşkere kiriye ku polên 1 û 2 yên seretayî li hemû dibistanên hikûmî û nehikûmî, li nav polan bi rênimayên xweparastin û lixwekirina mask û dûrbûna diyarkirî ya navbera xwendekaran, dest pê dike. Pola 3yem a seretayî heta lîseyê, dê bi awayê perwerdeya elektronîk dest bi xwendinê bikin.

Berî niha Wezareta Perwerdehiyê ji bo rêgirtina belavbûna vîrûsa koronayê, biryara perwerdeya elektronîk dabû, tenê polên 1 û 2 yên seretayî û pola 12 ya lîseyê, li dibistanan dewam dikin.

Ji ber metirsiyên vîrûsa koronayê (Covid-19) îsal proseya perwerdeyê li Herêma Kurdistanê weke piraniya welatên cîhanê paş ket.

Di 27ê Îlona 2020an de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li dibistaneke Hewlêrê zengilê destpêkirina sala nû ya perwerdehiyê lêdabû, ku di destpêkê de tenê pola 12 ya lîseyê li polan dest bi dewamê kiribû.