Rojavayê Kurdistanê bilindtirîn amara mirina bi Koronayê tomar kir

Li rojavayê Kurdistanê di 24 demjimêrên bûrî de 5 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) canê xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li rojavayê Kurdistanê di 24 demjimêrên bûrî de 5 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) canê xwe ji dest dan.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên bûrî yên vîrûsa koronayê belav kir û ragihand ku 5 kesan lcanê xwe ji dest dane. Haletên mirinê, 2 kes li Qamişlo, 1 kes li Hesekê, 1 kes li Girkê Legê û 1 kes li Tebqayê ne.

Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 95 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û ji wan 13 kes li Hesekê, 12 kes Qamişlo, 15 kes li Dêrikê, 6 kes li Girkê Legê, 4 kes li Dirbêsiyê, 2 kes li Çilaxa, 1 kes li Amûdê, 13 kes li Kobaniyê, 13 kes li Reqayê, 13 kes li Minbicê û 3 kes li Şehbayê ne.

Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku di nav 24 demjimêran de 13 kes jî baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 2446 kesan, ji wan 584 kes baş bûne û 84 kesan jî canê xwe ji dest dane.