Amarên nû yên Koronayê li rojavayê Kurdistanê: 115 pêketin û 2 mirin

Li rojavayê Kurdistanê di 24 demjimêrên bûrî de 2 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) canê xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li rojavayê Kurdistanê di 24 demjimêrên bûrî de 2 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) canê xwe ji dest dan û 115 pêketî hatin destnîşankirin.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên bûrî yên vîrûsa Koronayê belav kir û ragihand, 2 kesan li Girkê Legê bi Koronayê canê xwe ji dest dan.

Dr. Ciwan Mistefa ragihand jî; 115 kes bi vîrûsa Koronayê ketine. Haletên pêketinê wiha ne: 24 kes li Reqayê, 11 kes li Hesekê, 15 kes Qamişlo, 9 kes li Dêrikê, 2 kes li Girkê Legê, 1 kes li Dirbêsiyê, 1 kes li Çilaxa, 1 kes li Rimêlan, 17 kes li Kobaniyê, 7 kes li Tebqa û 7 kes li Minbicê.

Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir, 14 pêketiyên Koronayê jî baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 2632 kesan, ji wan 609 kes baş bûne û 88 kesan jî canê xwe ji dest dane.