Iraq lijneyek ji bo danîna lîsteya vekişîna hêzên Amerîkî pêk tîne

Wezareta Derve ya Iraqê ragihand; lijneyeke hemahengiya ligel Washingtonê tê pêkanîn ji bo danîna lîsteyeke vekişîna hêzên Amerîkî ji Iraqê.

Hewlêr (K24) – Wezareta Derve ya Iraqê ragihand; lijneyeke hemahengiya ligel Washingtonê tê pêkanîn ji bo danîna lîsteyeke vekişîna hêzên Amerîkî ji Iraqê.

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihand; li dîwana wezaretê, Wezîrê Derve Fuad Husên ligel Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî Beha Erecî û nûnerên rayedarên dosyeya ewlehiyê ya li Iraqê civiya.

Ehmed Sehaf diyar kir: “Di civînê de biryar hat dayîn lijneyeke teknîkî were çêkirin ji bo lîsteyeke vekişîna hêzên Amerîkî ji Iraqê were danîn.

Sehaf eşkere kir ku ev lijne li ser bingeha wan danûstandinên stratejîk hatiye diyarkirin, ku roja 19ê Tebaxa 2020an de li Washingtonê gera duyem a xebatan bi rê ve çû.