HRW: Rûsya û Sûriyê li Idlibê bi qestî mafên mirovan binpê kirine

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (Human Rights Watch) duh pêncşemê, hikûmetên Sûriyê û Rûsyayê tohmetbar kir ku bi qestî li Idlibê xelkê sivîl kirine armanc.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (Human Rights Watch) duh pêncşemê, hikûmetên Sûriyê û Rûsyayê tohmetbar kir ku bi qestî li Idlibê xelkê sivîl kirine armanc.

HRW di raportekê de ragihand: “Bi sedan kesên sivîl li herêmê dema dibistan, nexweşxane û bazar di Nîsana 2019an de hatibûn armanckirin, hatine kuştin.”

Herwiha eşkere dike; çend bombebaran, dibe ku bi qestî bin û her du hikûmetên Sûriye û Rûsyayê bi guhnedana jiyana mirovan tohmetbar kir.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) ku baregeha wê li Amerîkayê ye, di raporta xwe de destnîşan dike: “Bombebaranên çekdarên Sûriye û Rûsyayê di helmeta herî dawî de bo ser bakurê rojavayê Sûriyê, dibe ku weke tawanên şer were hejmartin.”

Herwiha eşkere dike: “Bi dehan bombebaranên esmanî û bejahî bo ser armancên sivîl li derdora bajarê Idlibê di navbera Nîsana 2019an heta Adara 2020an hatine encamdan û bi sedan kesên sivîl hatine kuştin û zêdetirî milyonek û 400 hezar kes jî derbeder bûne.”

Moskow û Şam van tohmetan red dikin û dibêjin ku ew tenê tundrewên ku hejmûna wan li herêmê heye, dikin armanc.