PDK-S: Danûstandinên Rojava dewam dikin û me çi alî veto nekirine

Zaza, îro li ser Kurdistan24'ê di bûltena nûçeyan de bersiva pirsên Cemal Batun da.

Hewlêr (K24) - Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokratîk a Kurdistanê - Sûriye (PDK-S) Neşet Zaza dibêje, "Wextê destpêşxerî (însiyatîv) çêbûye heqîqet me got Amerîkayê (DYE), di navbera me û PYD'yê de astengî û pirsgirek hene. Em dixwazin ev kêşeyên me çareser bibin. Em û ew bigihin rêkeftinekê. Di vê pêvajoyê de helwest û vetoya me li dijî çi tevgerên siyasî û kesayetiyan nîne."Zaza, îro li ser Kurdistan24'ê di bûltena nûçeyan de bersiva pirsên Cemal Batun da.

Batûn pirs jê kir û got, "Endamê Ofîsa Siyasî ya Partiya Pêşverû Ehmed Berekat destnîşan dike ku wekî ku vetoyeka ENKS li pêşberî wan hebûye. Gelo we wekî ENKS vetoyek li hember partiyeke di diyaloga kurdî-kurdî de hebûye?"

Zaza dibêje, "Gotinên Berekat ne rast in. Me çi alî veto nekirine" û axaftina xwe wiha dewam kir:

" "Em dixwazin pirsgirekên di navbera kurdên Rojava de çareser bikin, hemû kurd werin ba hev. Da ku em bigehin rêkeftinekê. Me çi helwest li dijî tevgerên siyasî nînin. Ji destpêkê heta niha ENKS ne di wê riyê de ye vetoyê li ser kesekê dane.

Ez dixwazim pirsgirekên me yên heyî ji xelkê me re diyar bikim. Girtiyên me yên siyasî li cem PYD'yê ne ne li cem Pêşverû yan jî Tevgera Siyasî ya Kurdî be. Mesela girtina ofîsan ji PDY'yê bû ne ji Tevgera Siyasî ya Kurdî an jî aliyek din e.

Hebûna PKK'yê li ser axa Kurdistana Rojava ye, ev ji PYD'yê tê xwestin ne ji van tevgerên siyasî. Ji bo wê jî meseleya leşkeriya neçar e, meseleya xwendinê ye... PYD'yê ev hemû pirsgirêk pêk anîne. Em ji PYD dixwazin ev kêşe bên çareser kirin. Di mijarên din de em ne li dijî partiyên siyasî ne ku tevlî vê gûftûgoyê bibin.

Yan jî cihê xwe di nav de bibînin. Berevajî em dixwazin Tevgera Siyasî hemû di bin konekî de helwesta xwe nîşanî dost û dijminên milletê kurd bidin. Ji bo vê armanê em PDK-S bixwe çûn, me ji Pêşverû re got, deriyê Encûmena Niştîmanî ya Kurd (ENKS) ji we re vekiriye.

Em ti caran ne li dij in ku Pêşverû wekî partiyeke sereke, partiyeke bira cihê xwe di nav van danûstandinan de bîne. Lê ya ku ew pê hez dikin; di nav Partiya Wehde de wekî aliyê 3'yem beşdar bibin.

Ev ne li cem me, ne li cem PYD'yê û ne li cem Amerîka nehatiye qebûlkirin. Lê wekî din veto li ser kesekê nîne. Em hez dikin hemû partî cihê xwe bibînin di vê danûstandinê de. Yan jî di bin vê sîwana kurdî-kurdî de.

Em tekez dikin û ji xelkê xwe re dibêjin, danûstandinên li rojavayê Kurdistanê ne sekînine, ranewestane. Berdewam in."