Çîroka jina ku du zarokên xwe avêtin nav çemê Dîcleyê

Apê du zarokên ku şeva înê ji aliyê diya xwe ve ji ser pireke Bexdayê hatin avêtin, ji Kurdistan24ê re axivî.

Bexda (K24) – Apê du zarokên ku şeva înê ji aliyê diya xwe ve ji ser pireke Bexdayê hatin avêtin, ji Kurdistan24ê re axivî û ragihand: “Me hê jî termên her du zarokan nedîtine.”

Li medyayê vîdeoyek belav bû ku li Bexdayê di derengê şevekê de jinekê li ser pirê du zarokan diavêje nav çem.

Her du zarok xwişk û bira ne û navê keçikê Me'sûme ye ku yek û nîv salî ye û navê kurik jî Hûr e ku ew jî du û nîv salî ye.

Îro li çend medya û medyaya civakî ya Iraqê hatiye belavkirin ku termên zarokan hatine dîtin, lê apê wan du zarokan Elî Ebûd Deracî ji Kurdistan24ê re ragihand: “Polîsê deryayî û xizmên me, piştî bûyerê beşeke mezin a çemê Dîcleyê geriyan, lê mixabin heta niha (roja duşemê 19ê Cotmeha 2020an) me termên wan nedîtine.”

Bapîrê zarokan çîroka bûyerê vedibêje

Hacî Elî, bapîrê wan her du zarokan ji kanala Furatê re ragihandiye ku ji demjimêr 24:00ê şeva înê ve "em li jêra pirê û li nav çem digerin, xelkê deverê hatin û me bi xwe bi pereyê xwe, xewas anîn, lê heta niha me termên wan nedîtine".

Her du jin û mêr di sala 1999an de jidayîk bûne û bapîrê zarokan dibêje “ti nexweşiyeke derûnî ya jinikê tine ye, xiyanet li şerefa xwe kir, wê bi xwe xiyanet li hevjînê xwe kiribû, wêneya wê hebû ligel hezkiriyê wê. Mêrê wê jî li ser wê xiyanetê, ew berda û da destê xizmên wê”.

Hacî Elî bi çavên tijî hêsir, behsa wê yekê dike ku xizmên bûka wî, keça xwe birine û daxwaz kirine zarokên xwe neyne "zarokan her pênc rojan carekê diya xwe didîtin û piştre em bi xwe diçûn û me ew werdigirtin".

"Ew bi xwe li xwe mikur hatibû ku xiyaneta hevjînê xwe kiriye"

Bapîrê zarokan behsa wê yekê dike ku sedema hevberdana kur û bûka wî "xiyanet bû".

Dadgehê zarok dan bavê wan, ku li gor gotina bapîrê zarokan, "bavê zarokan piştî bûyerê tûşî şok bûye û nikare ti gotinekê bike".

Li ser wê mijarê ku gelo çawa zarokan ji mala bavê wan birin, Hacî Elî eşkere dike: “Demjimêr pêncê roja înê, xwişka wê bi malbata me re ketiye peywendiyê û gotiye xwişka min dixwaze tenê 5 xulek zarokên xwe bibîne, piştre ew bûyer qewimî û bi awayekî bêwijdanî ew avêtin xwarê.”

Polîsê Bexdayê zanyariyên li ser sedema bûyerê eşkere nekirine, Hacî Elî dibêje ku polîsan tenê jê re gotine ku "jinikê gotiye min xwest tola xwe ji mêrê xwe hildim".