Colemêrgî ji bo Zivistanê qirşikan ji Ava Zapê kom dikin

Yek ji amadekariyên Zivistanê bi teybetî li deverên sermaya zêde lê ye, komkirina sotemeniyê ye.
kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Yek ji amadekariyên zivistanê jî bi teybetî li deverên sermaya zêde lê heyî, komkirina sotemeniyê ye. Li Colemêrgê jî ku zivistanên wê dijwar in xelk ji bo ku xwe zivistanê pê germ bikin qirşikên ku di nava ava Zapê de tên didin hev.

 

Ava Şid a Zapê ku bi salane bo devera Colemêrgê çavkaniyek girîng û teybet e di gelek waran de bo xelkê deverê sûdê dide. Yek ji qadên ku xelk sûdê ji Zapê distîne jî qada sotemeniyê ye. Qirşikên ku di nava Ava Zapê de tên zivistanên sar û dijwar de xelkê Colemêrgê germ dikin. Kesên ku derfetên wan têr nakin ji xwe re sotemeniyan bikirin berê xwe didin Ava Zapê. Yusuf Ozkan jî dibêje karê ku ew dikin gelek xeter e lê neçar in ku bo zivistanê van amadekariyên xwe bikin.

Welatî Yusuf Ozkan dibêje: "Em neçar in ku sotemeniya xwe wisa kom bikin. Hun dibînin av gelek kur e. Em her sal li gel cîranên xwe yên taxê tên dar û qirşikan kom dikin. Em bi şirîkatî dişixulin. Paşê jî darên ku me kom kirine el hev behr dikin."

Li devera Colemêrgê demsala zivistanê gelek dirêj dom dike ku heta 6-7 mehan jî diçe. Ji ber vê yekê jî pêdiviya sotemeniyê zêde ye. Welatî jî hewl didin ku heta ji wan bê qirşik û daran zêde kom bikin. Alî Çelîk ê bavê 5 zarokan dibêje kesên kul i vê deverê xeniqîne jî hene lê ew neçar in bo zarokên xwe vî karî bikin.

Welatî Alî Çelîk diyar dike: "Karê me gelek xeter e. Em 3-4 rojan ser hev tên vê derê û qasî ku wesaîta xwe tije bikin em dar û qirşikan kom dikin. Lingê bi latekê bitepile emê bikevin bin qetereya xeniqînê. Di sala 1995an de em ji gundê xwe derketin û em nikarin êdî herin gundê xwe jî"

Cihê ku welatî qirşikan jê kom dikin ji navenda bajêr 15 kîlometreyan dûr e. Welatî di rojên dawîn de lezê dikin ku beriya zivistana dijwar dest pê bike sotemeniya ku qasî pêdiviya wan pê heye kom bikin, ji berk u zivistan dest pê bike êdî ne pêkan e ku bikaribin herin deverên wisa asê û xeter.