Çîroka Mehmet Masûm Suer a wênegiriyê

Wênegirê Kurd Mehmet Masûm Suer bi wêneyên xwe, bi dehan xelatên navneteweyî wergirtiye.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Wênegirê Kurd Mehmet Masûm Suer, bi wêneyên xwe, bi dehan xelatên navneteweyî wergirtiye û dîsa ji aliyê saziyên navneteweyî yên wênegirî ve jî wek hosteyê wênegirî hatiye pejirandin. Masûm Suer tîne ziman ku ji bo bipêşketina hunerê û danasîna wê hunerê derfet girîng in û divê piştgiriya hunerî bê kirin da ku hunermend bikarin bi derûniyeke baş û baldar xebatên xwe bidomînin.

 

Mehmet Masûm Suer'ê 63 salî, dema ku zarokekî 13 salî ye, li Qoser a navçeya Mêrdînê yekem wêneyê xwe dikşîne û heta niha makîneyên wênekêşî bi berdewamî di destên wî de ye. Suer piştî ku di navbera 1974 û 1993'an de, di kovar, rojname û ajansansên cuda de rojnamevanî dike, piştre jî xwe bi temamî dispêrê hunerkariya wênegirî.

Mehmet Mahsûm Suer tîne ziman ku armanca wî, kişandina wêneyên alavên açandî û hünerî ku ji ber jiyana modern winda dibin, kişandina cîh û warên dîrokî ne ku xirab dibin û ji holê radibin û kişandina wêneyên çalakiyên civakî û hunermendên Kurd e ku ji bo nivşên nû û paşerojê arşîvekî bihêle.

Hunermendê Kurd Mehmet Masûm Suer, tîne ziman ku dema karên xwe kiriye bi gelek neheqî û astengiyan re jî rû bi rû ma ye, lê Wî her bi kar û hunera xwe bersîva hemû rikberan da ye. Suer li gel bi dehan xelatên ku saziyên navneteweyî wergirtiye, di sala 2018'an de, ji aliyê FIAP ve bi diplomaya 'Hunermendê Bêkêmasî' (Excelent - EFIAP) tê xelat kirin ku yekem Kurdê vê xelatê wergirtî ye.

Hunermend Mehmet Masûm Suer ji K24ê re got: "Dema ku min dest bi kişandina wêneyên hunerî kir, gelek rexenyên giran dihatin kirin û digotin: 'wêneyên bê qîmet dikşînî û tu qîmeta wan nîn e.'. Piştre min jî xwest ez asta wêneyên xwe bizanim û min wêneyên xwe şiyand pêşbirkên nevneteweyî. Bi beşdariya pêşbirka re, berhemên min bal kişandin, balla cîhanê kişandin. Pêkve jî xelat kirin dest pê kirin, armanca min xelat nebû, armanca min pîvandin ango zanîn asta wênê xwe bû. Heta niha ji 24 saziyên navneteweyî min pênaseyên cuda wergirtiye û 4 jii wan saziyan jî heta dawiya temenê min, min wek endamê rûmetê pajirandine. Min bi vî awayî bersiva wan rexneyên ku bi giranî dihatin kirin jî da."

Mehmet Masûm Sûerê ku 50 sal in, her wêne dikşîne, xwe wek wênekêşê çandî pênase dike û heta sala 2016'an jî zêdetir portre û sûretên alavên çandî û şûnwarên dîrokî kişandiye. Lê piştî şerê xendekan ku Sûr a Diyarbekirê aloz bû û qedexe bû, dest bi wêneyên ajalan û xwezayê jî dike.

Hunermendê Kurd Suer, tîne ziman ku hunermendên Kurd, ji ber aborî jî astengiyan dikşînin û balê dikşîne ku ji melzeme û aletên kar kirinê heta dest pê kirina projeyan û nûnertiya li qadên navdewletî her pêwistî bi aborî heye. Lê ji ber ku sazûmanbûneke baş ya ji bo piştgriya hunerî  a Kurdan nîn e jî hunermend gelek caran, ji hevhengên xwe paş ve dimînin.

Masûm Suer dibêje: "Ji bo guhartina hişmendiya civakî û hunerî, demeke dirêj ji me re pêwist e û saziyên me tünene, saziyên me yên perwerdehî û gihiştina hunerkarî tunene. Ev jî kêmasiyeke mezin e. Yanî li hemû civakan bi awayekî demdirêj ew guhêrîn çêbûne, lê em jî dereng mane. Ji bo bipeşketina hunerî aborî şert e. Heger ez mînaq bidim 4 sal berê ji dewleta Çînê min dewet kirin, lê defetên min yê aborî nebû ku ez biçim. Ji Cîhanê 10 hunermendan dewet kiribûn, lê ji ber aboriya min nebû, miin lêborîn xwest û ez neçûm. Huner gişt di rewşên wiha de ne ku gelek ji wan ji rewşa min jî xirabtir dene. Yanî ji bo şikandina vê rewşê xebat lazim e û fêm kirina hunermendan pêwist e."

Hunermendê wênekêşî Masûm Suer heta 2015'an 12 pêşangeh vekiriye û hin wêneyên wî di qatalogên wêngirên navdewletî de jî cîh grtine. Lê 5 sal e ku nikare pêşangeh veke û dest bi projeyên xwe yên nû jî bike.