Serok Barzanî pêşwazî li Balyoza Norwecê ya li Iraqê kir

Serok Barzanî pêşwazî li Balyoza Norwecê ya li Iraqê Tone Allers kir û û di civînê de Allers nîgeraniya xwe li ser bûyerên êrîşa ser baregeha PDKê ya li Bexdayê nîşan da.

Hewlêr (K24) – Serok Barzanî pêşwazî li Balyoza Norwecê ya li Iraqê Tone Allers kir û di civînê de Allers nîgeraniya xwe li ser bûyerên êrîşa ser baregeha Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Bexdayê nîşan da.

Roja çarşemê 21ê Cotmeha 2020an, Serok Mesûd Barzanî li Selahedîn pêşwazî li Balyoza Norwecê ya li Iraqê kir.

Di hevdîtinê de nêrîn û ramanên li ser rewşa siyasî û geşedanên herî dawî yên Iraqê hatin gotûbêjkirin. Balyoza Norwecê ya li Iraqê hevsozî û nîgeraniya xwe li ser bûyerên êrîşa ser baregeha PDKê ya li Bexdayê ji Serok Barzanî re nîşan da.

Tevî nîşandana pêzanîna bo qurbaniyên hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê di şerê terorîstên DAIŞê de, Tone Allers pîrozbahî li rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê kir, ku di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê de hate kirin û weke pêngaveke erênî bi nav kir.

Balyoza Norwecê ragihand ku welatê wê beşek ji Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ye û rola welatê wê di perwerde û rahênana Pêşmerge de hebû û tekezî li daxwaza welatê xwe kir ji bo pêşvebirina hemahengî û peywendiya navbera Norwec û Herêma Kurdistanê.

Herwiha di civînê de Serok Barzanî spasiya rola Norwecê kir di Hevpeymaniya şerê li dijî DAIŞê de û pêşwaziya pêşvebirina peywendiyên her du aliyan kir.

Derbarê peywendiyên Hewlêr û Bexdayê de Serok Barzanî eşkere kir ku peywendiyên her du aliyan ber bi erênî ve diçe û derfeta çareserkirina kêşeyan heye.

Hilbijartinên dahatû yên Iraqê û gefên terorê û rewşa ewlehiya Iraqê û bûyera gundê Ferhatiye, mijarên din ên hevdîtinê bûn.