Jêderekî ewlehiyê çarenûsa çar revandiyên Ferhatiye eşkere kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Jêderekî ewlehiyê çarenûsa wan çar kesên ku li gundê Ferhatiye yê ser bi navçeya Beled a li başûrê parêzgeha Selahedînê ligel 8 kesên din hatibûn revandin, eşkere kir.
Jêderê ewlehiyê ragihand: “Di van çend demjimêrên dawî de derket holê û guman nema ew her çar revandî, hatine kuştin.”
Herwiha diyar kir: “Hêzên ewlehiyê dest bi lêgerîna termên wan kesan kiriye.”
Berî niha jêderekî ewlehiyê ragihandibû ku 12 kes li gundê Ferhatiye yê ser bi navçeya Beled hatine revandin û piştî çend demjimêran, kuştina 8 kesên revandî hat ragihandin.
Vê tawanê nerazîbûneke navxweyî û derve li pey xwe anî û bi tundî hat şermezarkirin.
Li Herêma Kurdistanê jî, Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi tundî ev tawan şermezar kirin.
Herwiha Amerîka jî ji bilî şermezarkirina vê bûyerê, aliyên li nav Heşda Şe'bî, bi encamdana vê tawanê tohmetbar kir.