Rêveberê Weqfa Tahir Elçî: Kuştina Tahir Elçî peyamek bû

Rêveberê Weqfa Tahir Elçî û Parêzer Mursel Ekîcî li ser kuştina Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî diyar kir ku ev peyamek bû.
kurdistan24.net

 

Hewlêr (K24) – Rêveberê Weqfa Tahir Elçî û Parêzer Mursel Ekîcî li ser kuştina Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî diyar kir ku ev peyamek bû û got: “Ew peyam jî tê vê wateyê; ji bo Kurdan bêdeng bin.”

Piştî pênc salan, doza kuştina Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî li Diyarbekirê dest pê kir, lê dadgehê rûniştina dozê, bo 3ê Adara 2021ê paş xist.

Rêveberê Weqfa Tahir Elçî û Parêzer Mursel Ekîcî derbarê doza Tahir Elçî de beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û bersiv da pirsên Cemal Batun.

Li ser pirsa "Gelo asayî ye ku pênc sal di ser kuştinekê re derbas bibe û piştî pênc salan rûniştina yekem a darizandinê dest pê bike?", Parêzer Mursel Ekîcî diyar kir: “Di kesayetiya Tahir Elçî de û di pratîka hiqûqa Tirkiyê de em dikarin bibêjin ku 5 sal ji bo darizandin û dadgehkirinekê, pêvajoyeke dirêj e. Lê ji ber ev dosyeya ku derheqê kuştin û suîqesta Tahir Elçî de, planên li pişt planan, di heman demê de di vê kuştinê de rola dewlet û hêzên dewletê yên veşartî hene û pratîka darizandina Tirkiyê de, ev pêvajoya 5 salan ji me re asayî tê, lê li gor qanûnên netewî yên Tirkiyê û li gor qanûnên navnetewî, ev pêvajo, pêvajoyeke dirêj e.”

Herwiha li ser pirsa "Gelo sekna darazê ya Tirkiyê li hember doza Tahir Elçî, ne xemsarî û biçûkkirina vê dozê ye?", Mursel Ekîcî destnîşan kir: “Kuştina Tahir Elçî di heman demê de nîşane û peyama wê yekê ye ku di nava Kurdên bakur de, di nava rewşenbîrên Kurdistanê de, ew hedefekî herî berbiçav bû ku kuştina wî peyameke girîng bû, ew peyam jî tê vê wateyê; ji bo Kurdan bêdeng bin, lê binêrin hûn dibînin ew kesê ku hûn bawer dikin, ew kesê ku hûn lê piştrast in, ew kesê ku hûn pê şanaz in, em dikarin wan jî bêdeng bikin, em dikarin rêya wan bigrin û di heman demê de em dikarin wan bikûjin.”