Li rojavayê Kurdistanê 136 kesên din bi Koronayê ketin

Li rojavayê Kurdistanê 136 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin û kesekî jî bi wê vîrûsê canê xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li rojavayê Kurdistanê  136 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin û kesekî jî bi wê vîrûsê canê xwe ji dest da.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kirin û ragihand, mêrekî li Hesekê bi Koronayê canê xwe ji dest daye.

Dr. Ciwan Mistefa ragihand136 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine. Ji wan: 18 kes li Hesekê, 28 kes li Qamişlo, 44 kes li Dêrikê, 17 kes li Girkê Legê, 8 kes li Çilaxa, 4 kes li Rimêlanê, 7 kes li Amûdê, 3 kes li Tibesipiyê, 4 kes li Dirbêsiyê, 2 kes li Kobaniyê û 1 kes Reqayê ne.

Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku di nav 24 demjimêran de 12 kes jî baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 3387 kesan, ji wan 658 kes baş bûne û 104 kesan jî canê xwe ji dest dane.