Berdevka PYDê: Nakokî li ser tevlîbûna ENKSê di Rêveberiyê de maye

Beyvdara PYDê radigihîne, di diyaloga kurdî – kurdî de, tenê tevlêbûna ENKSê di nava Rêveberiya Xweser de, wek xala nakokiyê maye.
kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevka PYDê radigihîne, di diyaloga kurdî – kurdî de, tenê tevlêbûna ENKSê di nava Rêveberiya Xweser de, wek xala nakokiyê maye.

Berdevka PYDê Sema Begdaş ji K24ê re ragihand, di diyaloga kurdî – kurdî de, di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) û Partiyên Yektiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) de, tenê awayê tevlêbûna ENKSê di nava Rêveberiya Xweser de, wek xala nakokiyê maye.

Diyar kir jî, di xaline din jî hin nakokî derketibûn, lê li dawiyê wan karîn û li hev bikin. Ew hewl didin ku ew xala nakok li ber pêşveçûna danûstandinan, nebe rêgir.

Ragihand, deriyê Rêveberiya Xweser li pêş hemû hêzan vekirî ye û hemû partiyên kurdî jî dikarin cihê xwe tê de bigirin. Heger hilbijartin jî bên kirin, ti pirsgirêk li wan nîne.

Tekez kir jî, diyaloga kurdî – kurdî hîna berdewam in û xalên hîna li ser wan lihevkirin çênebûye, dê werin guftûgokirin û divê her du alî wan xalan nekin xalên nakokiyê yên sereke û kar li ser serxistina diyalogê bikin.

Ev daxuyaniya Berdevka PYDê di demekê de ye, Nivîsgeha Ragihandinê ya ENKSê di daxuyaniyekê de ragihand, di dema ku gelê me li benda nûçeya bidawîbûna rêkeftinê bû, gelek daxuyanî ji aliyê berpirsên aliyê din derketin. Armanca ji wan daxuyaniyan ew e, ji erkên ku ji wan tên xwastin birevin û gûmanê bixin rastiya proseya danûstandinan de.