14 serokên şaredariyên Duhokê têne guhertin

Li gor zanyariyên Kurdistan24ê ev qonaxa yekem e û guhertinên din jî dê werin kirin.

Duhok (K24) – 14 serokên şaredariyên li sînorê parêzgeha Duhokê têne guhertin û li gor zanyariyên Kurdistan24ê ev qonaxa yekem e û guhertinên din jî dê werin kirin.

Nûçegihanê Kurdistan24ê li Duhokê ragihand ku îro duşemê 26ê Cotmeha 2020an, Parêzgarê Duhokê Dr. Elî Teter ligel rêveberiyên şaredariyên parêzgeha Duhokê civiya û biryar dan ku 14 serokên şaredariyên li sînorê parêzgehê werin guhertin.

Herwiha li gor zanyariyên Kurdistan24ê, ev guhertina ku hatiye kirin qonaxa yekem e û piştî demekê li şaredariyên parêzgehê dê guhertinên din jî werin kirin.