Opozîsyona Tirkiyê: Sedema buhabûna Dolar, desthilat e

Li Tirkiyê bi awayekî bê rawestan nirxê Dolar li beramber Lîreyê Tirkî zêde dibe.
kurdistan24.net

 

Enqere (K24) – Li Tirkiyê bênavber zêdebûna bihayê Dolar û Euro li hember Lîreyê Tirkî bû yek ji mijarên sereke ya rojeva siyasetê jî. Ligel bêdengiya desthilatê ya di vê derbarê de taybet polîtîkayên aborî yên desthilatê û helwesta wê ya siyasî ji aliyê partiyên opozîsyonê ve rastî rexneyên tund tê.

Li Tirkiyê bi awayekî bê rawestan zêdebûna nirxê Dolar li beramber lîreyê Tirkî ligel aborînasan ji aliyê opozîsyonê ve jî bi baldarî tê şopandin. Piştî ku bihayê dolar li Tirkiyê ji 8 lîreyî derbas bû û şûnde ev mijar li parlamentoyê jî hat rojevê û opozîsyonê bi ser polîtîkayên aborî re rexneyên tûnd raberî desthilatê kir. Serokê Partiya Sereke ya Opozîsyona Tirkiyê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî balkişand ser rêveberiya aborî û got; Tirkiyê êdî hatiye astekî wisa ku bi her awayî girêdayî derve bûye ji loma rewşa aborî her ku diçe xirabtir dibe.

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu got: "Ev dewlet bo selefxurên li Londonê di rojekê de 76 milyon Dolar faîzê dide lê bo esnaf û dikandarên vî welatî xwe li piyan bigirin 17 milyar Lîre pare zêde tê ber çavê wan û nadin. Helbet ev tercîheke siyasî ye. Ji bîr nekin! Kesê ku deyn distîne di heman demê de dikeve jêr hûkmê fermanan jî."

Cîgirê Serokê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê Mustafa Yeneroglu jî balkişand ser rewşa welatiyan û got; ji ber polîtîkayên şaş yên hikûmetê welatiyên Tirkiyê her ku diçe feqîrtir dibin û herçiqas desthilat wekî ku hîç qeyranek nîn e tevbigere jî lê ev helwesta wê beyhûde ye.

Cîgirê Serokê Partiya DEVA Mustafa Yeneroglu dibêje: "Dolar ji 8 lîreyî derbas bû û lîreyê Tirki tu caran ev qasî bê qîmet nebûbû. Hikûmet li vî halî jî wekî ku hîç qeyranek li holê nîn e tevdigere û li aliyekê bi polîtîkayên vala û tehdîtkar bo dewletên derve xwe wekî ku bi hêz e nîşan dide, li aliyekê jî di mal de hewl dide veberhêneran û çapemeniyê li jêr hûkmê xwe bê deng bike. Lê bila bizanibe ku ev gavên wê hemû beyhûde ne."

Hevserokê Partiya Demokratîk ya Gelan HDPê Mîthat Sancar jî li parlamentoyê di civîna koma partiya xwe de axivî û got: Bi çay belav kirin û nan peydakirinê dê êdî ev desthilat nikare vî gel î bixapîne.