Bolton: Aramiya Rojhilata Navîn bi serxwebûna Kurdistanê ve girêdayî ye

Şêwirmendê berê yê Asayîşa Niştimanî ya Amerîkayê John Bolton ragihan: “Pêkanîna aramiyê li Rojhilata Navîn, bi serxwebûna Kurdistanê ve girêdayî ye.”

Hewlêr (K24) – Şêwirmendê berê yê Asayîşa Niştimanî ya Amerîkayê John Bolton ragihan: “Pêkanîna aramiyê li Rojhilata Navîn, bi serxwebûna Kurdistanê ve girêdayî ye.”

John Bolton bû mêvanê bernameya "Amerîka Biryar dide" ya Kurdistan24ê û bersiv da pirsên li ser siyaset û biryarên Trump ên 4 salên desthilatdariyê yên li Rojhilata Navîn.

Bolton diyar kir: “Ez di wê baweriyê de me bi awayekî eşkere li ser rewşa herêmê, biryaran kêşe li pey xwe anîne, weke mînak; biryara vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyê û bicîhiştina Kurdan û hiştina li ber metirsiyan, tevî ku me bi hev re şerê li dijî DAIŞê kir. Herwiha hewldana vekişandina hemû serbazên Amerîkayê ji Iraqê û bi awayekî eşkere jî gotiye ku dixwaze ji Efxanistanê jî vekişe. Ez bawer im, van kiryaran hemû herêmê xistiye metirsiyê. Ez ne piştrast im ku Biden dê ji Trump baştir bibe, ev pêwîstî bi kar û hewldaneke mezin heye ji aliyê Kurdistanê û ew Amerîkiyên ku nîgeran in Kurd careke din bikeve metirsiyê. Ji bo em piştrast bin ku kesekî şayeste bibe Serokê Amerîkayê û peywendiyên me ligel Kurdistanê bihêz bimîne.”

Li ser hilbijartinên vê carê yên Amerîkayê ku biryar e 3ê Mijdarê birêve biçe, John Bolton diyar kir: “Ev hilbijartin, hilbijartineke dijwar e û hinek car hatiye pêşbînî kirin ku ne pêkan e. Lê belê li gor anketan Joe Biden li pêş e. Lê di 2016an de jî anketan digot Hillary Clinton bi ser dikeve, lê bi ser neket. Ez bawer im her kes li ezmûna 2016an dinêreî loma zehmet e niha em bibêjin kî bi ser dikeve.”

Derbarê pirsa asayîkirina peywendiyên Îmarat û Behreynê ligel Îsraîlê, Bolton destnîşan kir: “Ez bawer im ev du biryarên Îmarat û Behreynê rengdana wan guhertinên jeosiyasî ne ku li herêmê çêbûye, ew jî ji ber gefên Îranê ye li ser welatên herêmê, ne tenê ji ber programa atomê, ji ber piştgiriya wan a teror û milîsan jî. Loma wisa kir ku welatên Kendavê bifikirin ku berjewendiya wan di wê yekê de ye ku ligel Îsraîlê bin. Ez bawer im ev tiştekî wisa ye ku Kurdistan jî dikare jê sûdê werbigre, çimkî paşkêşkirina hêzên radîkal û tundrew, çi Îran be an DAIŞ, ev tiştekî wisa ye ku divê ji aliyê me hemûyan ve girîng be.”

Li ser peywendiyên Amerîka û Tirkiyê jî, bi taybetî çavlêgirtina Amerîkayê li ber çend binpêkirinên sektora darayî yên Tirkiyê li hember sizayên ser Îranê, weke mînak; Halk Bank a Tirkiyê, Şêwirmendê berê yê Asayîşa Niştimanî ya Amerîkayê got: “Weke hûn dizanin Serok Erdogan çendîn car li ser Halk Bankê ligel Serok Trump axivî. Dozgeriya Giştî ya Amerîkayê jî lêpirsîn ligel çendîn berpirsên bilind ên wê bankayê kirine bi tohmeta şikandina dorpêçên Amerîkayê yên li ser Îranê û herwiha sextekarî û fêlkirina li hikûmeta Amerîkayê. Eger bankeke Amerîkayê sizayên ser Îranê sivik bikira û derewan jî li hikûmetê bikira, qet gumana min tine ku cezayê wê dê girantir bibûna. Lê belê êdî destê xwe sivik kirine li hember wan tiştên ku Erdogan çendîn car ji Serok Trump daxwaz kiriye.”

John Bolton tekez dike: “Ez gelek nîgeran im ku siyaseta Serok Trump li herêmê weke berê berdewam be û naxwaze rola wî hebe, destwerdan û karên xirab ên Îranê, serîhildana DAIŞê, terorîst û milîsên din, êrîşên Tirkiye û Rûsyayê li herêmê û deverên gelek aloz, ez dibêjim qey pêwîst nake hemû ji bo temaşevanên we zelal bikim. Loma ez di wê baweriyê de me vekişîn ne tenê serbazî, di heman demê de ji bo siyaseta Amerîkayê jî gelek wêrankar be. Lê em ê vê yekê di gera duyem a serokatiya Trump de bibînin.”

Derbarê rola Kurdan di rûbirûbûna terorê û şerê li dijî DAIŞê de û alîkariya Kurdan bo artêşa Amerîkayê li herêmê, John Bolton diyar kir: “Hejmarek endamên îdareyê hewl dan ji Serok re zelal bikin ku Kurdan di şerê dijî DAIŞê de rola sereke lîstine û bi taybetî li Sûriyê di rûxandina xelafeta DAIŞê de. Artêşa Amerîkayê gelek dilxweş e û pêzanînên wan hene ji bo wan û dixwazin ligel wan kar bikin û ji îdareyê jî çaverêdikin ku piştgiriya wan berdewam be.

Lê belê gotinên ku li derveyî îdareyê têne kirin, ku birastî ez nizanim ji ku gihiştiye Serok Trump, pirsgirêk çê dikin. Ew gotin rengdana nêrîna piraniya îdare û kongresê nebûn.”

Bolton eşkere dike: “Min gelek caran gotiye ku seqamgîriya herî baş a li herêmê, bi rêya nasîna dewleta serbixwe ya Kurdistanê bi dest dikeve. Her çiqas hinek astengî û dijberî dê li herêmê hebin, lê eger siyaseta Amerîkayê ji vî alî ve baweriya wê zelal bûya, dikaribû zextê li welatan bike ku nas bikin.”